KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » kanûn/berfanbar » 11 » Serok Barzanî: Kurd Yekin û Kurdî zimaneke
19:16
Serok Barzanî: Kurd Yekin û Kurdî zimaneke
Di Kongreya PDK’ê ya têde peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) Mûrat Karayilan jî hatin xwendin de, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotina vekirina Kongreya 13’mîn de got ew ji bo çespandina mafê çarenivîsa gelê Kurd kar dikin û Kurd yek in û Kurdî jî yek ziman e.

Bi beşdariya bêhtirî 350 mêvan, îro li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, 13’emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK’ê) dest pê kir.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gotinek li hember amadebûyan pêşkêş kir û tê de wiha got: "Partiya Demokrat a Kurdistanê mafê çarenûsê gelê Kurd diçespîne.”

‘KURD YEK PARÇE YE, DI KURDÎ DE ZARAVE HENE LÊ KURDÎ YEK ZIMAN E’

Barzanî axaftina xwe wiha domand; "Kurd yek parçe ye, kes nikare wan ji hev cuda bike û yek heyîna wan hey e." Derbarê ziman de jî Barzanî got, "Belê rast e, di zimanê Kurdî zarave hene lê Kurdî yek ziman e."

‘ÊDÎ BI TU AWAYÎ ŞERÊ BIRAKUJÎ DÊ PÊK NEYÊ’

Derheqê pêwendiyên di nav Kurdan de jî Barzanî got, "Êdî birakujî bi hîç şêweyekî di navbera Kurdan de dê dubare nebe."

Mesûd Barzanî di axaftina xwe de derbarê Kerkûk û navçeyên dabirrî de got, "Bi hîç şêweyekî em destberdariyê ji Kerkûk û navçeyên dabirrî nakin, lê wateya wê yekê nîne ku em dixwazin hukmekî tekane li wan navçeyan bikin.”

Her wiha Barzanî amaje bi wê yekê da ku ew piştgiriya damezrandina her herêmeke federal di Iraqê de dikin, ji ber ku jiyanê ew yek piştrast kir ku sîstema federal baştirîn sîstem e ji bo pêkvejiyanê û mayîna Iraqê yekgirtî.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de got, "Partî qebûl nake bi hîç şêweyekî rêkeftinên siyasî di navbera aliyên siyasî li ser destkeft û mafên gelê Kurd çê bibin.”

Di Kongreya PDK’ê ya 13’yemîn de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî hatin xwendin.

Di rêwresmên destpêkirina kongreyê de hejmarek pir ji mêvanên li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û dinyayê beşdar bûn.

Di nav wan mêvanan de Serokomar Celal Talebanî, Serokwezîr Nûrî el-Malikî, Serokê Lîsteya el-Iraqiye Eyad Elawî jî hene.

Li ser asta dinyayê jî, hinek dostên PDK’ê ji Tirkiye, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îtaliyayê û piraniya welatên dinyayê hatine vexwendin



Category: Welatê me | Views: 453 | Added by: KDoz | Tags: Mesûd, Ziman, Barzanî, Ocalan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]