KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 21 » Serok Barzanî li Selahadînê pêşwazî li Ellawî kir
08:44
Serok Barzanî li Selahadînê pêşwazî li Ellawî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwazî li serokê Fraksiyona El Iraqiyeyê Eyad Ellawî û şandeya digel wî kir ku pêkhatibû ji hejmarek kesayetiyên wê fraksiyonê û Zalmay Xelîlzad.

PUKmedia ragihand, ku di hevdîtinê de cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys û wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdisatnê Kerîm Sîncarî û serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî amade bûn û gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pirsên girîng ên navbera aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû hate kirin.

Herweha ew destpêşxeriya serok Barzanî ya ji bo çawatiya pêkanîna hikûmeteke şirîkî ya niştîmanî û bingehfireh li gor mekanîzmayeke guncan û çawatiya amadekirina wê mekanîzmayê û bernameya hikûmetê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Category: Welatê me | Views: 377 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]