KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 21 » Serokê PYD’ê vegeriya Qamişloyê
22:01
Serokê PYD’ê vegeriya Qamişloyê
Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê demek dirêj bû Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Salih Mislim li derveyê sînorên Sûriyeyê bû. Piştî demekê vegeriya.

PYD’ê roja 20’ê Nîsanê demjimêr 17.00 li taxa Wista ya Qamişloyê civînek li dar xistin. Hat diyarkirin ku di civînê de deklerasyona PYD’ê û plansaziya PYD’ê ya ji bo çareseriyê hat gotûbêjkirin.

Di gotûbêjên ku di civînê de hat kirin, de hat diyarkirin ku divê pirsgirêka Kurd bi riyên aşitiyane û demokratîk bên çareserkirin. Herwiha hat ragihandin ku modela çareseriyê ya Kurdan "Xweseriya Demokratîk e.”.

Di civîna ku Serokê PYD’ê Mihemed Salih Mislim beşdar bû de banga li reforman kir ku bi awayek jidil dest bi reforman bike, hemû zagonên ji dema danîna rewşa awerte ve di meriyetê de ne, bêne rakirin. Herwiha divê mafê Kurdan ê çandî û siyasî bên dayîn û ev yek divê di çarçoveya zagonan de bê mîsogerkirin.

Category: Welatê me | Views: 559 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]