KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2005 » tebax/gelawêj » 25 » Şeyda
15:15
Şeyda

Destpêkên Şeyda ên hunerî?

Huner di hemû qonaxên jiyana min de bi min re jiya. Min ji biçûkaniya xwe pir li stranên kurdî guhdarî dikir. Min pir ji stranên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mihemed Arif û Şivan Perwer hez kir. Ji bilî vê yekê dengê diya min pir xweş e û ewê herdem ta nuha jî stran bo me digotin.
Min di sala 1988ê de bizqek ji xwe re kirî. Hêdî hêdî û bi vîna xwe ez fêrbûm li vî alavê muzîkî bidim. Piştî min xwendina xwe ya dibistanê bidawî anî, ez ji 1993-1994 li bajarê Qamişloka delal derbasî Instîtûta Mûzîkê bûm.
Piştî çend salan hizra damezirandina Koma Orkêş li nik min û hevalên min Sefqan û Dijwar peyda bû, ta ku me bi rastî jî ew kom di sala 1998an de damezirand û em ta vê demê jî bi hev re kar dikin.

Pir kes dibêjin ku strana "Dîlber” derbirîna serpêhatiyeke te ya şexsî ye: Gelo ev tişt rast e û te pêşbîniya serkeftineke wilo jê re dikir?

Wekû tu dizanî dîlber di kurdî de tê wateya yar, ango ew keça tu jê hez dikî. Strana Dîlber bi rastî jî, serpêhatiyeke min ya şexsî derdibire û min ew ji kûrahiya dilê xwe bo wê keça min jê hez kir, stirand. Evîna me 12 salan dirêj kir û min nikarîbû ez navê wê ê rast ( Medîha) di stiranan de bêjim... ew niha kebanî û diya kurê min Awat e..
Min pir ji stirana Dîlber hez kir..pir kesan jî wilo jê hez kir lê min qet bawer nedikir ku ew bi vî şêweyî biser keve û sînorên cih û demê hilweşîne û derbasî her malekê û her dilekî bibe.

Jiyana me ji astengan mişt e... evîna me tev asteng e û nanê me ji hevîrê xemgîniyan çêbûye..   tiştê herî dijwar ku tu lê rast hatî çi ye?

Dijwarî li pêş hemû karên mirov derdikevin, bi taybetî di rewşa me ya taybet ku tije ye ji astengiyan. Lê baweriya min bi tiştekî navê wî Mustehîl (bêçareyî) nayê. Tenê mirovên qels bi vî zimanî diaxifin û pêwîst e em van peyvan ji ferhenga xwe dûr bikin. Mirovê ku bixwaze karekî bike, bêguman ew dê bigihîje armanca xwe. Yek ji astengên herî mezin, astengiya diravî ye. Ew bû kelem li pêşiya min û bandorek mezin li min kir. Ji hêla din ve jî kadirê hunerî pir lawaz û kêm e. Em hêvîdar in ku ev astengî bi demê re ji holê rabin, da em jî, êdî bikaribin gavne serkeftîtir ber bi pêş ve bavêjin.

Dengê te pir germ e û stiranên te tije hest in, gelo jiyana te ya rojane jî mîna stiranên te aram in?

Sipas ji xwedê re, jiyana min hêmin e û ez bextewer im bi jin û malbata xwe re. Min roj in pir dijwar dîtin lê divê mirov qet têkneçe. Berevajî wê divê em wekî çiyayên welêt payedar bin, çimkî jiyan herdem ji tiştên dijberî hev pêk tê û eger hat û em pêrgî rojin reş hatin, ev nayê wê wateyê ku dem dê raweste û emê êdî jiyana xwe tevî wilo derbas bikin. Xweşikbûna rojên bextewar di jiyana me de ji kêmbûna wan tê.. divê em her bizanbin ku piştî şevê roj hiltê..

Piraniya hunermendên kurd koçberî Ewrupayê bûn, tu çi li ser vê pirsgirêkê dibêjî, gelo Şeyda dê rojekê bide ser rêya wan?

Rast e, koçberiya hunermendan û kesên din jî pirsgirêkek rasteqîn e û brînek dijwar e di dilê welêt de. Hemû zextên ku li dijî kesê kurd pêk tên jî, ji bo bicihkirina vê armancê ye. Lê li vir jî, ez bi tenê dikarim li ser xwe biaxifim û hukum bikim. Ez heya niha rojekê nefikirîme ku welatê xwe berdim û koçî biyaniyê bibim. Li wir tu ê wî laşê ku awazên te tê de bihelin nebînî, tu ê guhên ku li ahînên dilê te guhdarî bikin nebînî.. Tenê welat me fam dike û em wî fam dikin. Tenê sinbilên Amûdê, Qamişloyê û Efrînê û her gundek û bajarekî kurdî bi awazên stiranên me re li ba dibin... Li vir tu serdestê xwe yî, lê li biyaniyê serdestên te pir in..

Stiranên te agirê evînê di hinavên me de vêdixin û me evîndar dikin bêyî ku em bizanibin.. tu çi li ser evînê dibêjî?

Evîn bingeh e bo her tiştî, ew kaniya ku çemên jiyanê jê diherikin.. gelek şêweyên evînê hene, evîna welat, yarê, dê û bavan, hevalan...Divê mirov evînê bide, ta bikaribe tiştekî ava bike. Evîn bi xwe qet nayê guhertin lê mirov tên guhertin.

Nameyeke vekirî bo malbatên şehîdên 12 Adarê, Şeyda dê çi tê de binvîse?

ŞehIdên 12 Adarê di dil û wijdanên me de ne. Ewan ji cîhana me koç nekirin, belkû ber bi qonaxeke berztir de çûn. Ew çûn bajarne ku zulm di wan de nîn e. Di kasêta min a dawî de min stiranek bo giyanên wan ê pak amade kiribû lê rewş ne li gorî daxwazên min çû. Pirs ne tenê bi min ve girêdayî ye.. Studyoyên tomarkirinê kadiroyên hunerî jî di vî karî de hene û ez bi tenê dikarim berpirsyariya xwe hilgirim.. Lê bawer be, nameya min dê rojekê bigihîje wan, çimkî divê em qet nemerdiyê bi ên ku xwîna xwe gorî welat û dozê kir, nekin.

Zaroktî di jiyana me de tune bû, dema Şeyda zarok bû, dixwest bibe çi û gelo wî xewna xwe pêk anî?

Di destpêka jiyana min de, min ji xwe re digot: divê Şeyda rêyekê di jiyanê de bo xwe hilbijêre ku pê re xelk wî di bîra xwe de bihêlin. Eger min stiran negotibana, ez ê şewekarek, an muzîsenek, an jî helbestvanek bama, lê stirangotin timî hêvî û xewna min ya mezin bû. Ez niha dixwazim ber bi pêş ve herim. Ne ji bo kesayetî û navdariya xwe, belkû bo yek tiştî. Ew jî hunera kurdî ye. Her yek ji me kurdîtiya xwe û hezkirina xwe ji welatê xwe re bi rengekî taybet diparêze. Ez jî hewil didim ku tiştekî layiq bidim hunera kurdî, ji ber ev erkê min û yê her hunermendekî kurd e. Aliyê madî rojekê ji rojan bi tena xwe nebûbû afirênerê şaristanî an jî hîmê bingehîn bo welatên azad.

Pêşengê te di vê dinyayê de kî ye?

Bandora kesayetiya bavê min bi şêweyekî mezin li min heye. Wî ez fêr kirim ku xwe ji dijwariyên jiyanê re ne tewînim. Ji hunermendan jî Mihemed Şêxo bandora xwe li min kir, ne tenê ji ber stiranên wî lê ji ber kesayetiya wî û nirxên ku ew sembola wan e. Ez pir rêza perîşaniya wî û westandina wî di ber netewa xwe de digrim. Mihemed Şêxo xebatkarekî rasteqîn bû, kurdayetiya durust di kesayetiya wî de bi gewde bûbû.

Di dawiyê de, Şeyda çi diyarî cemawerê xwe dike?

Ez sê gotinan diyarî cemawerê xwe dikim: hezkirin, dilsozî û hevaltî.. ez pir têdikoşim ku wan di jiyana xwe de bicih bînim. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku evîna welêt di ser her tiştî re ye. Yê ku nikaribe ji keçekê hez bike, ewê ji welatê xwe jî hez neke.. divê em welat di çavê yarê de jî bibînin.

Hevpeyvîn: Silêman Şero | Werger: Ferhad Ehmê | 25.08.2005

Category: Hevpeyvîn | Views: 687 | Added by: KDoz | Tags: Şeyda | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]