KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 17 » 'Smoke' kereke bû sedema krîzê di navbera DYA û Tirkiye yê
12:55
'Smoke' kereke bû sedema krîzê di navbera DYA û Tirkiye yê
Krîza ker a di navbera Tirkiye û Emerîkayê de wiha pêş ket. Berbazê Emerîkayê John Falsom li eyaleta Ambar a li Başûrê Iraqê kerek bê xwedî dibîne û tîne yekîneya xwe. Ji ber rengê ker û eleqederiya wî ya ji bo dumana cigarê navê ker kirin "Smoke” (Duman). Leşkeran bi Smoke re wêne girtin û ji malbatên xwe re şandin. Piştî vekê Smoke li Emerîkayê navdar dibe. Falsonm xwest ker bişîne Emerîkayê.

Wexfa Li dijî Zordariya li hemberî Ajalan a Navnetewî (SPCAI) birina ker a Emerîkayê girt ser xwe. Lê xwediyê ker derket û daxwaza 30 hezar dolar kir. Ji bo daxistina bihayê ker, şêxek li herêmê bû alîkar. Pitşre leşkeran di nava xwe de pere kom kirin û Smoke kirîn.

Piştre ker anîn Hewlêrê. Lê vê carê pirsgirêka bi Tirkiyeyê re derket. Li Hewlêrê hemû kontrolên tenduristiya ker hatin kirin. Derket holê ku ji bo çûyîna ker tu pirsgirêkek tune ye. Lê ji ber ku dewleta Tirk destûr nade ajalên zindî têkevin nava sînorê wê, ker li Xabûr hat astengkirin.

Ji ber vê jî rêxistinên mafên ajalan ketin dewrê. Destpêkê SPCAI û gelek rêxistinên mafê ajalan ên Emerîkayê ji bo birina ker, ji Tirkiyeyê destûr xwestin. Piştî hevdîtinan Wezîrê Çandiniyê destûr da ku ker di deriyê Xabûr re derbas bibe. Smoke duh derbasî Tirkiyeyê bû û ew şandin Îcîrlikê. Dê Smok ji vir bi riya balafira kargoyê bişînin eyaleta Nebraska ya DYE’yê.

Kerê bi navê Smoke saleke bû bi leşkerên Emerîkayê re dijiya. Heta niha di rûpela wî ya parvekirina civakî Facebookê de 200 hevalên wî hene. Serboriya ker li Emerîkayê tê şopandin.
Category: Cîhan | Views: 436 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]