KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 25 » Swêd bo serdana Kurdistanê tu rêgirî li welatiyên xwe nake
16:51
Swêd bo serdana Kurdistanê tu rêgirî li welatiyên xwe nake

Balyozê Swêdê piştî serdana serokê herêma Kurdistanê kir, ji ber bidawîhatina karên wî yên li Iraqê got: "Di dema bihurî de Swêd navê Herêma Kurdistanê ji lîsteya wan welatan derxist ku welatiyên Swêdê nikarin serdan bikin. Ji ber aramiya warê ewlekarî û nebûna gef û metirsiyan, hikûmeta Swêdê tu rêgiriyek li ber welatiyan nehîştiye ku serdana Herêma Kurdistanê bikin.”

PUKMedia ragihand, ku balyozê Swêdê qala kar û çalakiyên balyozxaneyê jî kir û aşkere kir ku ji bo pêşvebirina karên konsulxaneya Swêdê ya li Hewlêrê planeke wan heye, da ku ji bo bihêzkirina pêwendî û bicihanîna kar û projeyên hevbeş roleke baş bilîze.

Category: Welatê me | Views: 434 | Added by: KDoz | Tags: Kurdistan, balyoz, Başûr, Berhem, Swêd, Herêm, Salih | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]