KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 19 » Talabanî: Pêwîste hevdîtin bi Ocalan re berdewam bikin
18:50
Talabanî: Pêwîste hevdîtin bi Ocalan re berdewam bikin


Talabanî her weha ji ber ku di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de, li dijî wî helwest nîşan daye, Tirkiye jî rexne kir.




Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ku ji bo civîna Sosyalîst Înternasyonal li Fransayê bû, bersîv da pirsên rojnameya Tirk Milliyetê.

Talabanî anî ziman ku, ne raste rast be jî, di navbera PKK û dewletê de diyalog heye û got: Tevî ku PKK’ê pêvajoya bêçalakiyê ragihandiye jî, ne zelale ka wê ji niha û pêve qonax ber bi ku ve biçe.

Talabanî di derbarê gavên ku di riya çareseriyê de werin avêtin de jî weha got:"Tenê agirbest têrê nake. Pêwîste derbazî xebatên siyasî bibe. Li hember vê jî divê dewlet hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re berdewam bike, û ji ber ku êdî eşkere ye ku PKK ne li pey parçekirina Tirkiyê ye û demokrasiyê esas digire, divê hevdîtinên çareseriyê bi PKK’ê re pêk werin."

Li ser pirsa di derbarê vekişîna hêzên gêrîlla ji Bakûrê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê de jî Talabanî got: "Heger hêzên gêrîlla li Tirkiyê bimînin, bixwazin nexwazin, wê bi hêzên artêşê re bi rû bimînin şer û pevçûn derkevin. Heger ew xwe vekişînin biryargehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê çareserî wê asantir bibe."

Talabanî anî ziman ku ji bo çareseriyê ew amade ye rol bilîze û weha got: "Ez hem Serokkomarê Îraqê û hem jî dostekî Tirkiyê me. Ji bo li Tirkiyê tundî bi dawî bibe û çareseriyek aştiyane pêk were, ez amade me tişta bikeve stoyê min ez pêkbînim."

Talabanî, anî ziman ku Tirkiye nedixwest ew bibe Serokkomar û di vê derbarê de bal kişand ser hewldanên hevbeş yên Ahmet Davudoglu û Siûdiya Erebistanê yên li dijî hilbijartina wî.

Talabanî, Tirkiye bi van gotinan rexne kir: "Di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de Tirkiye xwest Îyad Ellawî bibe serokwezîr. Ev siyasetek çewt bû û bi vê yekê Tirkiye bi temamî derveyî pêvajoyê ma û şikestin xwar." ji ANF
Category: Welatê me | Views: 447 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]