KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 23 » Teknîka bi Kurdî: Appên bi zimanê Kurdî ji KURDFM
07:44
Teknîka bi Kurdî: Appên bi zimanê Kurdî ji KURDFM
KurdFm a ku li ser înternetê weşana bi Kurdî dike, dest bi teknîka nû û nûjen a weşana bi APP’ê (sepanê) kir. KurdFm a ket nav bernameyên Iphonê bi van taybetmendiyên xwe bû yekem APP a bi Kurdî. Niha li cîhanê ji aliyê 9 hezar û 500 kesî ve ji bo Iphona hat daxistin. Herwiha li cîhanê di nav welatê ku herî zêde daxistî de Almanya û Tirkiye tên.

KurdFm a ku li Elmanyayê xebatên markabûnê didomîne; li Tirkiyeyê jî lez da xebatên xwe.

Wek tê zanîn KurdFm stûdya wê li Almanyayê û hewl dide heya sersalê dest bi weşana zindî bike. KurdFm a ku dê 24 demjimêran weşana zindî bike, şeva sersalê bi konsertekî weşana xwe ya nû aşkera dike.

Weşana wê ya zindî li ser www.kurdfm.com di Windows Media Player, Winamp, Flash Player û Real Player de dikare bê guhdarkirin.
Category: Dîgîtal | Views: 472 | Added by: KDoz | Tags: App, FM, Kurdfm, Sepan, Kurd, Studyo | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]