KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 16 » Tirk destûr nadin markeya “KurdFM” were pejirand
17:27
Tirk destûr nadin markeya “KurdFM” were pejirand
Dewleta Tirk ji hêlekê ve xwe hazir dike ku ji bo Kurdan reformên nû çêke, ji hêla din ve jî rê nade ku markeyên bi navê "Kurd” li Tirkiyê bên tomarkirin . Daîreyên fermî yên Tirk herî dawî destûr nedan ku radyoya "KurdFM” li Tirkiyê wekî markeyeke fermî bê pejirandin.

 

Xwediyê KurdFMê Agirî Soran ji Rûdawê re got ku wan berî çend mehan li Almanya markeya KurdFM wek fermî li daîreyên berpirsyar dane nivîsandin, "Bi riya parêzerên xwe me hewl da ku li Tirkiyê jî wekî marke navê KurdFM bidine nivîsandin, lê em her dem bi bersivên neyînî re rû bi rû ma ne, ji me re gotin ji ber ku nav kurdî ye em napejirînin.”


Hêjayî gotinê ye ku KurdFM niha li ser înternetê weşana xwe ya testê dike û di mehên pêş de wê bi awayekî fermî dest bi weşanên xwe yê zindî bike û vebûna xwe ragihîne.

Category: Welatê me | Views: 474 | Added by: KDoz | Tags: Tirk, FM, Kurdfm, Radyo, Kurd | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]