KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 22 » Tixtor ji ber filmê "Bêrîvan" ranebû, Şadiyê jiyana xwe ji dest da
21:24
Tixtor ji ber filmê "Bêrîvan" ranebû, Şadiyê jiyana xwe ji dest da
Piştî ku keçeka 14 salî ji ber pêvedana dupişkê radikin Nexweşxaneya Dukanê lê doktor û karmendên nexweşxaneyê li ber zîncîre dramaya "Bêrîvanê" ranabin û keçik jiyana xwe ji dest dide.

Rojnameya Awêne yê ragihand, ku li gundê Kilke Simaqê/Dukan ya parêzgeha Silêmaniyê, dupişk bi Şadî Ezîz a 14 salî  dide û malbata wê, wê radikin Nexweşxaneya Dukanê.

Birayê Şadiyê ji rojname yê re dibêje: "Me Şadiyê rakir nexweşxaneyê lê karmend û bijîşkên nexweşxaneyê li ber zîncîre dramaya "Bêrîvanê" ranebûn û nehatin hawara me û me jî wê xwest bibin Silêmaniyê lê wê di rê de jiyana xwe ji dest da.”

Wekî idn, Herêm, birayê Şadiyê ji rojname yê re wiha got: "Piştî ku me Şadiyê bir Nexweşxanaya Dukanê di nav 10 deqîqayan de çendîn caran çûn jûrî bijîşk û karmendan da ku bên wê çareser bikin lê rêvebirê nexweşxaneyê Dr. Sîrwan Mihemedî got: Eger ew qas hûn bên nav jûrê me, em dê nexweşa we bidin we.”

Herêmî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî demeke din Şadî bê hiş ketiye û tenê bijîşkan carek hatine derziyeke xew û êşê li wê dane û paşê nehatine cem wê.

Herêm got: "Di wê demê de karmend û bijîşkên nexweşxaneyê temaşeya zîncîre dramaya "Bêrîvanê" dikirin û em bûn belaya sere wan. Paşê me ji rêvebir daxwaza otomobîla lihawarçûnê (ambulans) daxwaz kir da ku wê rakin Nexweşxaneya Silêmaniyê. Lê wî got; Ew otomobîl bo haletên wiha nîne. Em jî naçar man ku bi otomobîla xwe bibin lê pêş ku em bigihîjin Silêmaniyê, wê jiyana xwe ji dest da.

Herêmê birayê Şadiyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê derheqê rêvebiriya Nexweşxaneya Dukanê de li dadigehê gilî tomar bikin.
Jêder: Awêne | Warvîn
Category: Cîhan | Views: 384 | Added by: Azad2009 | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]