KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 11 » Vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê ne bi dilê HH Kurdistanê ye
20:19
Vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê ne bi dilê HH Kurdistanê ye
Şêx Cafer Mistefa, wezîrê Pêşmergeyan, li gel mana hêzên Amerîk ye. Bi taybet jibo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û navendê de. Cafer got: Hebûna hêzên Amerîka li Îraqê garantiya çarserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda ye.

Wezîrê Pêşmergeyan di wê baweriyê de ye, ku asta hêzên Îraqê negihiştiye asta parastina Îraqê. Cafer Mistefa got: Jiber madeya 140 hîn nehatiye bi cih kirin, loma li gor Kurdan mana Artêşa Amerîka li Îraqê pêwîste û dema vekişîna wê nehatiye. Wekî din Mistefa got, vekişîna hêzên Amerîka ne bi dilê herêma Kurdistanê ye, lê biryara mana wan di destê hikumeta navendê de ye.

Category: Welatê me | Views: 407 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]