KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 4 » Wê li herêma Kurdistana Ferderal kovara 'Leyla Qasim-Leyla Zana ji bo jinan derkeve
18:33
Wê li herêma Kurdistana Ferderal kovara 'Leyla Qasim-Leyla Zana ji bo jinan derkeve
Li Herêma Kurdistana Federal, amadekariya çapkirina kovara jinan a bi navê "Leyla Qasim-Leyla Zana" tê amadekirin. Xwedî û Edîtorê Kovara "Leyla Qasim- Leyla Zana" Mûmtaz Heyderî, derbarê kovara ku di mehê pêş de biweşîne diyar kir ku heta niha kovarên li ser mijara jinê tune bû û ji ber vê yekê biryar daye ku bi kurdî û erebî kovara jinan çap bikin. Heyderî anî ziman ku serî li Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê kiriye û fermiyeta kovara bi navê 'Leyla Qasim- Leyla Zana' girtiye. Heyderî, anî ziman ku di rojên pêş de dê hejmara yekem dighêje destê xwendevanên xwe. Heyderî, daxuyand ku di kovarê de wê gelek babet û mijarên cidî werin belav kirin.

'Min ji ber valahiyê ev kovar derxist'

Heyderî, destnîşan kir ku li herêmê gelek rojname, kovar û weşanên bi kurdî û erebî tên çapkirin lê li ser mijar û pirsgirêkên jinan kovar nayên çapkirin. Heyderî, bilêv kir ku ew dixwaze bi zanistî û li ser mijara jinan a bingehîn raweste û li gorî pirsgirêk û daxwazên wan weşanekê bike. Heyderî, anî ziman ku ew dê li gorî dîrok û felsefeya jinan lêkolîn bike û di vê çarçoveyê de kovarê çap bike. Heyderî, bal kişand ser Kovara "Leyla Qasim- Leyla Zana" û wiha got: "Ev kovar yekemîn kovara Kultûrî- Zanistî- Civakî ye. Em dê bi vê kovarê hemû aliyên jinan derxin pêş. Kovar dê ji çar mehan carekê bê çapkirin."

Çima Leyla Qasim- Leyla Zana?

Xwediyê Kovarê Heydarî, sedema navnana kovarê jî wiha bilêv kir: " Min biryar girt kovar bi navê 'Leyla Qasim- Leyla Zana' çap bikim. Ji ber ku herdû nav, nava dû keçên şoreşgerên kurd in. Leyla Qasim ji başûr û Leyla Zana jî ji bakûr bi xebatên xweyî şoreşgerî dû parçeyên Kurdistanê anîne cem hev. Leyla Qasim şehîd ket û niha jî Leyla Zana jiyan dike! Ez di derbarê qedexeya siyasetê liser Zana de dibêjim Tirk naxwzin tiştekê fêm bikin. Tenê nejadperistiyê fêm dikin." ji Azadiya Welat
Category: Berhem | Views: 418 | Added by: KDoz | Tags: Başûr, Kurdistan, Leyla Zana, Leyla Qasim, Herêm, kovar | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]