KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

îne, 24/11/01
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 25 » Wezareta Dadê bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne
19:46
Wezareta Dadê bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di derbarê nîqaşên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de got; "Wezareta Dadê her roj hevdîtin pêk tîne. Ocalan hatî girtin heta niha, dema pêwîst be hinek yekîneyên hêzên ewlekarî û îstîxbarata dewletê hevdîtin pêk tînin’. Wezîrê Navxweyî Beşîr Atalay jî di derbarê îdîaya ‘MÎT hevdîtin bi Ocalan’ re pêk tîne de got; "Divê em ji wana bipirsin, ew sazî negirêdayî min e”.

ATALAY: JI MÎTÊ BIPIRSIN

Wezîrê Navxweyî Beşîr Atalay jî di derbarê mijarê de ji CNN TURK re axivî got; "Hikûmet û partî tiştek wiha nekiriye, vê yekê Serokwezîr jixwe gotiye”. Atalay di derbarê îdîaya ku dibêjin ‘Misteşarê MÎT’ê hevdîtin pêk aniye’ de got, ‘Divê ev yek ji wana bê pirsîn. Ev sazî negirêdayî min e”.


Kiliçdaroglu: Hevdîtin dikare bi PKK’ê re pêk bê


Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di mitîngên jibo referandûmê yên li bajarên kurdan li Elezîzê diyar kir ku hevdîtin dikare bi PKK’ê re pêk bê. Kiliçdaroglu diyar kir heger PKK bê şert û merc çekan deyne, efûya giştî jî dikare bê nîqaşkirin.

Kilicdaroglu di mitînga bê heyecan ya jibo referandûmê li Wanê li dar xistî de, xwest navê Muglali Kişlasi bê guhertin. Kilicdaroglu xwest navê Qişleya li navçeya Wanê Qelqeliyê ku bibû naveroka helbesta "33 gule”, ya Ehmed Arif, bê guhertin û got; "Ez hêvî ji serokwezîr dikim. Tu hukûmetî, tu serokwezîrî, hesasyetên gel hene, navê 33 gundiyên bi guleyan hatibûn kuştin, li qişleyekê nekin. Wê biguherin”. ANF

Category: Welatê me | Views: 401 | Added by: KDoz | Tags: Tirk, dad, Kurd, Kurdistan, Bakur, Ocalan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]