KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 26 » Xulamî: "Şirketên hunerê dixwazin pereyan qezenc bikin"
17:44
Xulamî: "Şirketên hunerê dixwazin pereyan qezenc bikin"
Necmedîn Xulamî dibêje di nav hunermendên Rojhilatê Kurdistanê de yekem sirûd gotiye û giliyan dike ku rayedarên Herêma Kurdistanê bersiva daxwazkariya wî nedane bo hevkarîkirina wî bo hatin û niştecihbûnê li Herêma Kurdistanê.

 

Xulamî ku ev çend sal in niştecihê Swêdê ye, demekê pêşmergeyê Komele li Rojhilatê Kurdistanê bû. Di serdana vê carê de çend konser ligel hinek hunermendên din bi sazkariya rojnameya Çetir li Başûrê Kurdistanê saz kir bo komkirina hevkariyan bo koçberên quntara Çiyayê Qendîl.

 

Li gor te, hunera Kurdî li Başûrê Kurdistanê paş dikeve, Sedemê vê yekê çine?

 

Xulamî: Bi berdewamî berê xwe didim televizyon û medya, mixabin di van salên dawî de piraniya ekranên Kurdî li Başûrê Kurdistanê bernamên hunerî pêşkêş dikirin, lê niha ev bername nemane. Salên berê dema dihatim Kurdistanê hunera Kurdî bi coş û germtir bû, bê navber konserên Kurdî dihatin sazkirin û hunermendên diaspora dihatin konser saz dikirin, lê niha zêdetir bûye tiştên şexsî. Şirketên ku bi van karan radibin dixwazin pereyan qezenc bikin, ne ku xizmeta netewa Kurd bikin. Daxwaza min ji aliyên peywendîdar, Wezareta Rewşenbîrî û hikûmetê ewe ku girîngiyê bidin hunerê, ji ber huner nasnameya her gelekî ye. Haya me jê heye li seranserê cîhanê girîngiyê didin hunerê. Bila hemû tişt bi çewtî berbi pêş neçin, ji ber huner bingeha civakê ye, loma girîng e û divê bibe cihê baldariyê.

 

Bi baweriya te sedem ewe ku plan û siyaseta hikûmetê ya warê hunerê xelet e, yan ti plan û siyaseteke wê di vî warî de nîne?

 

Xulamî: Divê kesekî ku wefadarê hunerê be û hunermend be, bo vî karî bê terxankirin. Mixabin ti hunermend di parlamenê vê carê yê Kurdistanê de nîne. Berê Ehmed Salar hebû, qet nebe carna sê-şar axaftin bo hunerê dikir, hinek kar hebûn dikirin. Pêwîst e hunermendekî xwedî tecrube û dilsoz li parlamen an Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnerê hunera Kurdî be da girîngî bide hunera Kurdî û hunermendên ku piştî salên dirêj gelê me gihandin vir, û di rojên dijwar de sirûd digotin. Bila ev mirov neyên paşguhxistin û bila ew rêya ku çend salan ji gelê me re destkeft anîn, kor nebe.

 

Berî raperînê di serdema rêjîma Beesê de hun li Başûrê Kurdistanê bûn, wê demê we û hunermendên din jî berhemên navdar ên şoreşvanî weşandin, em dikarin bêjin hunera şoreşvanî berî serhildanê li Başûrê Kurdistanê li gor niha pêşketîtir bû?

 

Xulamî: Mixabin, li gor min hunera berxwedanê heta cihekî zêde hatiye paşguhxistin. Wê demê li jêr desthilata Beesê ku qedexeya derketinê li ser piraniya bajaran de ragehandibû, me bi dizî bi şev û roj stran tomar dikirin tevî ku jiyana me di tehlûkê de bû. Niha hikûmeteke me ya azad heye, îmkan hene, lê mixabin sûdeke xerab ji van îmkanan tê wergirtin bo berjewendiyên taybetî. Mijara me ya neteweyî ku pir girîng e berbi lawaziyê diçe, divê hunermendên dilsoz û herwiha hikûmet bi plan tevbigerin, ji ber zêde xeternak e ger civakek hesta xwe ya netewî jidest bide.

 

Wek bi xwe çend caran gotiye destpêka sirûda şoreşgêrî li Rojhilatê Kurdistanê bi sirûdeke we bû, niha ji ber çi gotina sirûdan bi zaravê Soranî yanî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, kêm bûye?

 

Xulamî: dikarim bêjim xelk bêhêvî bûye, her çiqasî sitem û zordarî diyartir e. Helbestvan jî sedemekî din in, divê helbestvan helbestan bêjin da ku hunermend bikarin wan bikin sirûd. Ji alîkî din piştîvanî tune. Niha gelek sirûdên min hene, lê mixabin piştîvaniya min tune ku bikarim van sirûdan tomar bikim. Mixabin van sedeman sirûd an stranên berxwedanê berbi lawaziyê birine.

 

Dibe dehan ciwanan bi sirûdên we yên şoreşvanî çekên pêşmergayetiyê danîbin ser milê xwe, niha sirûda niştîmanî dikare bo Başûrê Kurdistanê çi bike?

 

Xulamî: Em netewe ne, erkekî netewî li ser milê me ye, rast e ev parçe heta asteke zêde azad bûye, tevî ku çavên dijminan li serê ye, lê sirûda şoreşgêrî heta çewisandinek li ser Kurdekî li her parçeyekî Kurdistanê mabe, li gor min pêwîst e. Dibe hinek kes wiha hizr bikin û bêje ewv parçe rizgar bûye, êdî pêdiviya me bi sirûdan nîne, lê em neteweyek in û erkekî netewî li ser milê me ye. Jimareke zêde ya dezgehên medya li Başûrê Kurdistanê hene ku dikarin xizmeta hunera berxwedan û netewî bikin.

 

Hûn çawa berê xwe didin sazkirina konserên hunermendên Îranî li Hewlêrê?

 

Xulamî: Wek tiştekî rast nabînim. Me welatê xwe gihand îro, bi rêya hunera xwe ya berxwedanê. Divê konserên mezin ne ji wan re, lê ji me re bên sazkirin. Ne dijî ti neteweyekê me, bila hunermendên netewên din jî bên, lê paşguhxistina hunermendên Kurd nebe pîşe. Hunermendekî wek min ku zêdeyî 35 salane karê hunerî dikim, hezaran kes bi sirûdên min çûne bereya rûmet û bilind a pêşmergayetiya, niha xêr û bêrên Kurdistanê ew bibin û ez jî bêm li hola Mîdya konserekê lidar bixim, bo konserên wan jî dikên standard ên cîhanî bên xemilandin!.

 

Di vê konsera we de, ji xeynî xerabiya deng, koma muzîkê jî ne di wê astê de bû ku ligel dengê wê hemaheng be?

 

Xulamî: Mixabin komeke lawaz bû. Ev 35 sal in karê hunerê dikim, ev nirxandin di navbera min û hunermendên din de cihê nîgeraniyê ye. Ne tenê ez, lê piraniya hunermendan rexneyan li vê diyardeyê digrin. Hêvîdar im Yekîtiya Hunermendan û Wezareta Rewşenbîrî dijî vê çewtiyê derkevin.

 

Lê tê gotin ku hatina hunermendên Ereb an Îranî dibe sedemek bo gihandina wêneyekê ji aramiya Kurdistanê û handana veberhêner û geştyarên biyanî bo hatin û kirina hilberînê li Kurdistanê?

 

Xulamî: Ne dijî vê yekê me. Bila konserên mezin bên sazkirin, bila hunermendên Ereb û Îranî jî bên, lê bila dû hunermendên Kurd jî di nav wan de bin, ligel wan beşdar bin û neyên paşguhxistin. Divê huner û muzîka Kurdî neyên paşguhxistin.

 

Mezher Xaliqî û Nasir Rezazî ku herdû ji Rojhilatê Kurdistanê ne û hun ji heman nifşê hunerî ne, ev çend sal in hatine li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne û Xaliqî karekî girîng dike bo civandina keleporê Kurdî. We jî bîra wêya nebiriye piştî salên dirêj ên koçberiya bên li Başûrê Kurdistanê bimînin, ku nasîna te ligel başûr pir e?

 

Xulamî: Gerek tu vê pirsê ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Min çend caran daxwaz kir bêm Kurdistanê, lê bersiva min nedan. Ji roja yekem ku Başûrê Kurdistanê azad bû, min dixwest bêm welêt lê nizanim ji ber çi vê reftarê ligel min dikin. Gelo sedem ewe ku mirovekî netewî û ne hizbî me loma vî karî ji min re nakin, hê nizanim sedem çiye.

 

Ev demeke tu bernamekê li kanala Newroz TV pêşkêş dike, tu hest dike ligel guncavî û divê tu vî karê hanê bike?

 

Xulamî: Destpêkê min biryar da ku bernama min hunerî be, lê mixabin ew hunermendên ku min dixwest bên an bernamên hunerî ku min dixwest pêşkêş bikim bidest min neketin, ji ber vêya min bernama xwe guherand û kir bernameke hunerî, siyasî, wêjeyî, civakî, werzişî û tendirustî. Hunermend wek ku tê xwestin li derveyî welat nînin. Bername baş pêş dikeve, bi dilê xelkê ye.

 

Carna hinek kes hunermend û kesên din rexne dikin ku di televizyona hizbekî de kar dikin. Bersiva te çiye bo kesên ku li gor wan tu bi vî rengî bûyî alîgirê PKKê?

 

Xulamî: Nabe xelk berê xwe bidin çarçoveya ekranê, lê divê guhdariya axaftinên min bikin ku ji vê dezgeha medya ya Kurdî dikim. Niha jî di wê konserê de her ku dirûşm bo rêzdar Apo didan, her çiqasî mafê wan e û rêz li serweriyên hemû aliyan digrim, lê heta sax bim nabin endamê partiyekê. Ligel rêza min bo hemû partiyan. Xwe wek mirovekî netewî dibînim û xizmeta gel û neteweya xwe dikim, xelk jî azad in çawa bifikirin.

 

Hun û Rezazî û Xaliqî bûne sîmbola hunera Rojhilatê Kurdistanê. Lê em dibînin ku wek mînak Merziye diçe, kesek tune cihê wê dagire. Gelo kes heye piştî wê cihê we dagire?

 

Xulamî: Her gulekê bihna xwe heye, lê mixabin hunera Kurdî berbi lawaziyê diçe û rastî sergêjiyê dibe. Ciwanên niha, ligel rêza min ji wan re û nabêjim hemû, lê piraniya wan tiştên Erebî û Tirkî dibên, ku ev diyardeyeke zêde kirêt e. Heq e dema em biwestin û dengê me nemîne, hinek kes hebin cihê me dagirin. Lê ev çend sal in hunermendekî wiha derneketiye ku cihê tiliyên wî diyar be û mirov bikare bêje ev hunermend hîviya paşeroja hunera Kurdî ye.


// ji Rûdawê

Category: Hevpeyvîn | Views: 471 | Added by: KDoz | Tags: Apo, Başûr, Necmedîn Xulamî, Stran, Huner | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]