KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 4 » Yekbûn: “Ezê Herim Kurseke Fêrbûna Soranî”
16:38
Yekbûn: “Ezê Herim Kurseke Fêrbûna Soranî”

"Bavê min neteweperwer bû”

Yekbûn xelka Mêrdînê ye, lê li Stenbolê mezin bûye, ew ji zaroktî hînî zimanê xwe yê Kurdî bûye: "Bavê min mirovekî neteweperwer bû û nedihişt em li malê bi Tirkî baxivin." Yekbûn beşê perwerdeya muzîkê li Tirkiyê xwendiye û berê xwe daye karê hunerî: "Di destpêkê de, min li gel xûşka xwe ya mezin stran digotin. Piştre hemuyan ji min re got, dengê te xweş e û divê tu paşguh nexe. Sala 1992’an cara yekem min stranek li gel Koma Çiya tomar kir û min du berhem jî li gel wê komê tomar kirin, piştre min bi xwe hewl da berheman dirust bikim û heta niha du berhemên min ên belavkirî hene."

 

"Jandirmeyên Tirk dihatin studyoyên tomarkirinê”

 

Malbata Yekbûnê pir alîkariya wê kirine, lê Hikûmeta Tirkiyê jî herdem pirsgirêk bo wan derxistine: "Gelek caran dema ku me li studyoyan stran tomar dikirin, Jandirmeyên Tirk dihatin hundirê studyoyê û arîşe dirust dikirin." Yekbûn dibêje: "Hê jî pirsgirêkan ji hunermendên Kurd re çê dikin, lê ne wek berê. Berî sê mehan jî, li Batmanê ji ber konsertekê dadgehê doz dijî min vekir û hê ev doz didome. Li ser wê dozê ez nayêm zindanî kirin, lê tenê mebesta wan acizkirina hunermendên Kurd e, ew naxwazin hunermendên Kurd rehet bin, lê divê herdem serê wan bixin belayan de."

 

"Ji ber zewacê ez çûm Almanya”

 

Berî du salan Yekbûn çû Almanya, wê got: "Qismeta min li wir çê bû, hevjînê min li wir dijiya, lewra niha ez çûm wir û em niha li Almanya dijîn." Yekbûn heta niha şeş caran hatiye Başûrê Kurdistanê û kêfa wê gelek jê re tê: "Kurdistan gelek xweş e, dema ez têm dibînim guhertinên baş pêk tên û Kurdistan di hemû waran de pêş dikeve." Ew hunermend rexneyê li nerîna civaka Kurd hember keç û jinan digre û dibêje: "Hê li welatê me bi nerîneke şaş berê xwe didin jinê, baştir dibe, lê hê jî maye." Ev du sal in Yekbûnê zewiciye lê hê zarokên wê çê nebûne.

 

"Li Ewrûpa em mirovên pile sê ne”

 

Yekbûnê gelek rexne li jiyana xerîbiyê dike û dibêje: "Jiyana Ewrûpa û xerîbiyê pir nexweş e. Em hewl didin bi awayekî yekcarî vegerin Kurdistanê. Li Amed, Duhok an Hewlêrê be ne xem e, giring li Kurdistanê bin. Li Ewrûpa mirov çiqasî serkeftî be jî, beramber wan mirov di pileya dûyem û sêyem de tê." Yekbûnê eşkere jî kir ku ew bêtir dixwaze li bajarê Başûrê Kurdistanê, Duhokê bijî: "Ji ber xelkê Duhokê bi zaraveya Behdînî daxivin û xweza û seqaya wê ji hemû bajarên din ên Kurdistanê xweştir e."

 

"Keç weke sêks di klîpan de tên bikaranîn”

 

Yekbûn ji bêtiriya klîpên ku niha tên dirustkirin ne razî ye: "Di ji sedî 80’ên klîpên ku niha tên çêkirin de, keçeke tazî li gel xortekî semayê dike, bêyî ku rameneke evîniyê tê de hebe. Ji ber ku bêtiriya van keçan tazîbûna wan weke seks tê bikaranîn."

 

Yekbûnê stranek bi zaraveya Soranî gotiye: "Di berhema min a yekem de, bi navê "Min Negorawim” min straneke Soranî got, li ser wê ez gelekî hatim rexnekirin, ji ber Soranî gelekî rexnegir in. Lewra niha ez nikarim ti stranên din ên Soranî bibêjim. Heta ez baş hînî Soranî nebim, ezê nikaribim mafê stranên bi vî zaraveyî bidim. Vê carê dema ez herim Almanya, ezê biçim kurseke hînbûna Soraniyê ji bo bi awayekî baş hînî vî zaraveyî bibim, piştre ezê çend stranên Soranî jî tomar bikim."

 

"Min daxwaza TRT-6 red kir”

 

Kanala televizyona dewletê ya bi zimanê Kurdî TRT-6 daxwaz ji Yekbûnê kiribû ku ew li gel wan kar bike: "Min qebûl nekir ji ber hê zûye mirov li gel wan kar bike. Hê siyaseta wan derbarê Kurdan de ne baş e, ew kesên ku xwedî hizrên netewî bin nikarin li gel TRT-6 kar bikin. Bi dehan hunermendên hêja li gel vê kanalê kar dikirin, lê berdewam nekirin. Niha pir kêm xelk diçin programên wê, loma neçar dibin hunermendên Tirk bînin bernameyên xwe." Yekbûn nerîna xwe li ser TRT-6 bêtir eşkere dike û dibêje: "Ez ne dijî vekirina TRT-6 bûm. Lê divê hê jî nerîna xwe derheqê Kurdan biguherîne û zêdetir rêz li daxwaziyên gelê Kurd bigre."

 

Yekbûn dibêje hebûna van hemû kanalên Kurdî li Başûrê Kurdistanê nîşana pêşkeftinê ye: "Ez şaş mam dema ku hatim Başûrê Kurdistanê û min dît ku li her bajarekî Kurdistanê bi dehan kenalên herêmî û asimanî hatine vekirin. Ev ji bo hunermendan gelekî baş e."


ji rudaw.net

Category: Hevpeyvîn | Views: 629 | Added by: KDoz | Tags: Yekbûn | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]