KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 18 » Zinar Sozdar di merasîma cenazeyê bavê xwede hat binçavkirin
17:19
Zinar Sozdar di merasîma cenazeyê bavê xwede hat binçavkirin
Zinar Sozdar ji bo tevlî merasima bavê xwe ya ku li gundê Kizilca/Depa Elezîzê wefatkirî bibe hatî, hat binçavkirin. Sozdar piştî ku birin edliyê û îfadeyên wî girtin ew serbest berdan. Ev nûçe ANF, Ajansa nûçyan ya feratê belav kir, wekî din jî weha nîvisand:

Hunermendê Kurd Zinar Sozdarê ku jibo merasima cenazeye bavê xwe hatibû, piştî ku tevlî merasimê bû û bavê wî veşartin, cendermeyan ew bi hinceta "propagandaya rêkxistinê kiriye" girtin binçavan.

Hat diyarkirin ku, jiber ku Sozdar gelek caran strana binavê "bîz apoya soz vermîşîz" gotiye di derbarê wîde ji aliyê 6. dadgeha giran ya Amedê ve biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Piştî jêpirsîna cendermeyan ew birin Edliya Depê. Piştî îfadeyên wî yên heya şevê bi biryara negirtî bê darizandin serbest hat berdan. Sozdarê ku serbest hatî berdan, ligel BDP û xizmên liber derê Edliyê bendê mayîn re çû gunê Kizilca yê.
Category: mona lîza | Views: 409 | Added by: KDoz | Tags: Hozan, hunermend, Zinar Sozdar | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]