KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 8 » zoya:Stranên min guzarişt li jiyana min nakin, û naxwazim di TV karbikim
20:01
zoya:Stranên min guzarişt li jiyana min nakin, û naxwazim di TV karbikim

Zoya, di hevpeyvîneke digel Warvînê de behsa CD’ya xwe ya nû dike û cext li ser wê yekê dike ku ew naxwaze zêde li ser ekranê televîzyonê der bikeve.

Zoya, ji bajarê Qamişloye/rojavayê Kurdistanê. Di sala 1986 de ji dayîk bûye û ev 5 sal in karê hunerî dike. Heta niha wê 5 klîp û du berhemên bi navê "Çavê te" û "Hêvî nema" hene û herweha du klipên wê jî gihîştine qonaxa dawî ya amadebûnê. Zaya tevî ku wek hunermendeke jin li rojavayê Kurdistanê tê nasîn, li Herêma Kurdistanê û bakurê Kurdistanê xwedan xelkeke zêde ye. Zoya ev 7 sal in zewicî ye û keçeke wê ya bi navê Êva û kurekî wê yê bi navê Eyaz hene.

Zoya, derbarê berhema xwe ya nû ku du klîpin dibêje: "Yek ji wan klîpan bi navê "Bi te zanim"e ku ji aliyê Kurdistan TV’yê ve hatiye amadekirin û li Lubnanê hatiye kişandin. Ya din bi navê "Azarî Dil" ku bi zaravayê soranî gotiye, ji aliyê Vîn TV’yê li Dihokê hatiye kişandin."

Derbarê girêbesta digel Vîn Tv’yê Zoya behsa wê yekê kir ku wê

Hilbijartina navê "Hêvî Nemaye" ji aliyê hunermend Zoya ve vedigere bo wê yekê kir ku ew nav wek klîpa "Çavên Te" daxwazeke wê bûye û hevjîna wê jî pê xweş bûye ku CD’ya wê ya nû bi wî navî be.

Zoya diyar kir ku CD’ya wê ya nû ji 10 stranan pêk hatiye û 5 stran bi şêweyekî slow (giran) hatine gotin, 5 din jî hemareng in.

Derbarê wê yekê de ku di CD’yên xwe de heta çend girîngî daye folklore, Zoya diyar kir ku wê di berhema xwe ya yekê de straneke folklorî û ya duyê de jî du stranên folklorî gotiye.

Zoya veneşart ku di berhama xwe ya berê "Çavên Te" de kêmasiyên zêde hene lê diyar kir ku wê di berhema xweyî nû de karekî baş kiriye û mûzîk û karê deng li Stenbola Tirkiyeyê tomar kirine.

Zoya stranek ji CD’ya xwe ya nû de cuda dike ku digel wê pir xweşewîst e, ew jî strana "Azarî Dil" ku straneke soranî ye. Ew dixwaze stranek di CD’ya wê de hebe ku guzarişt li jiyana xwe bike lê wek ku dibêje, heta niha wê tu stran negotiye ku îfadeya jiyana wê be û sedema vê jî vegerand bo wê yekê ku her stranek bi şêweykî hatiye nivîsin.

Zoya got: "Dema ku helbestvan tekstekê nivîsî û min jî hez jê kir, dikim stran lê stranên ku ez dibêjim guzarişt li jiyana min nakin".

Piraniya hunermendan dixwazin ku ji bilî stranbêjî di kenalekê de bernameyeke hunerî hebe û wek pêşkeşkarê wê bernameyê weşanê bike lê Zoya dibêje: "Kenala herêmî ya Dihokê daxwaz ji min kir ku ez bibim bêjer û bernameyeke hunerî pêşkeş bikim lê min red kir. Ez nikarim karekî din bikim. Ez dixwazim hertim dilê xelkê xwe xweş bikim".

Zoya cext li ser wê yekê kir ku nabe hunermend di ekrana televîzyonê de bernameyan pêşkeş bike.

Derheqê wê yekê de ku piraniya hunermendên jin dibêjin, ji aliyê pêwendîdar ve girîngî bi karên hunerî yên wan nayên dayîn, Zoya diyar kir ku piraniya jinên dengxweş dixwazin bibin stranbêj lê ji ber zalbûna adetan nikarin bigihîjin wê hêvî ye an jî eger derfetek bo yekek ji wan derket wek pêwîst alîkarî nayê kirin.

Zoya ev 7 sal in bi Lazgîn Xalid re (destxweşê kemanê) zewicî ye û pir bextewar e ku digel wî zewicî ye.Çimkî wek ku qalê dike, hevjînê wê jî mûzîkjen e û di karên hunerî de alîkariya wê dike.

Zoya, dil heye di serê sala 2010/2011 de serdana Ewropayê bike û li wir çend konseran saz bike. Tevî ku bi başî erebî dizane, lê ew naxwaze bi erebî bistirê. Çimkî ew dixwaze stranên xwe bi zimanê dayîka xwe bêje. Zoya heta niha ducaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje: "Ez pir kêfxweş bûm ku li Herêma Kurdistanê jî xelkekî zêde guhdarî min dikin".


Roşne Omer/Warvîn.org

Category: Hevpeyvîn | Views: 740 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]