Ji ber bêkariyê, kesekî îtalî gurçika xwe
difroşe li himber karekî an jî 100 hezar euro. Ev zilamê 52 salî ji ber
rewşa xweyî aborî a xerab, reklamek ji bo firotina gurçika xwe li ser
înternetê daniye. Lê polîsê li bajêr reklam ji ser înternetê rakirine,
ji ber firotina organên mirovan ne rewaye.