Ahmed Turk serdana herêma Kurdistanê û Bexdayê dike
Hevserokê berê yê DTP’ê Ehmed Turk û şandeyeka pê re, wê di meha îlonê de serdana Bexdayê bikin û guftûgoyên ji bo çêkirina konferansa Kurdî bikin.
Berî niha jî Ehmed Turk serdana Bexdayê kiribû, belê serokê Iraqê nedît û piştî hîngê, serokê Iraqê daxwaza dîtina wan kir. PNA ragihand, ku
Ehmed Turk û şandeya xwe, piştî serdana Bexdayê serdana herêma Kurdistanê jî bikin û dîdar û kombûnan, bi berpirsên herêma Kurdistanê
re saz bidin.