Main » 2010 tebax/gelawêj 22 » Albumek bi Kurdî ji aliyê hunermenda Îraqî Şanya ve
14:21 Albumek bi Kurdî ji aliyê hunermenda Îraqî Şanya ve | |
Karên
albuma stranbêja Îraqî Şanya bi navê 'Ciwantirîn Çav' ku ji 10 stranan pêk
tê, xilas bûye. Albuma ev du salin kar liser tê kirin, tevahiya awazên wê ji aliyê
hunermendê Kurd ve Helkewt Zahir hatine danîn. Şanya bi eslê xwe Erebe û destpêka derketina wê di warê
hunerî de, wek akterekê di hinek zincîre fîlmên Erebî de bû. Ev albuma
wê ya yekem e ku tevahiya stranên wê Kurdî ne û karê dabeşkirina mûzîkê
ji aliyê Hêmin Husên û karê deng ji aliyê Kawe Şêx hatine cîbicîkirin.
Di vê albumê de, helbestên jimareke helbestvanên Kurdistanê bûne stran. Karên strana dawî bi navê `Her roj` di van rojan de bidawî bûn ku gotinên Heme Seîd Îbrahîme. Karê klîpa vê stranê ji aliyê stafeke Kurd hatine cîbicîkirin û Mihemed Cemîl karê derhênana wê kiriye. Rudaw | |
|
Total comments: 0 | |