Hin xwendevanên zanîngehek brîtanî kompyûterek nuh pêşxistine, ku ev
kompûter bi hereketa çavan kar dike, bêy destan. Tê hêvî kirin, ku kesên
astengiyên wanî destan hebin sûdê ji vê pêşketinê bigrin.
Xwendevanan ji bo vî kompûterî sîstemek nuh, taybet bi xwe amade
kiribûn, ku têde şewqa jora sor (UV) heye û kamîrak ji bo tomar kirina
tevgera çavan.
Ev tîm hêvî dike ku ev teknîka nuh, a ku wan dîtine sûda wê hebe, bi
taybet ji bo kesên xwedî bisgirêken tevgerê.