KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 22 » Biryara girtina 'Azadiya Welat' jibo 30 rojî
14:02
Biryara girtina 'Azadiya Welat' jibo 30 rojî
Rojnameya Azadiya Welat ya ku yekane rojnameya kurdî li Tirkiyeyê weşana rojane dike jibo 30 rojan hat gitin. Azadiya Welat ji serê salê û virde 3 caran hat girtin û ji destpêka sala 2009’ê û şun ve 17 caran bi cezayê girtinê re rû bi rû ma.

Hiceta dadegehê wiha ye; "Rojnameya li Stenbolê weşan dike, ya bi navê Azadiya Welat, di dîroka 21’ê tebaxa 2010 û jimara 1252 de nivîsên propagandaya PKK/KONGRA-GEL dike weşandiye û pesnê sucê wana daye."

Azadiya Welat:
Em ê weşana xwe berdewam bikin

Berpirs û Rêvebirê Karê Nivîsan yê Rojnameya Azadiya Welat M. Nedîm Karadenîz di derbarê girtina rojnameyê de daxuyaniyek da û got; "Rojnameya me Azadiya Welat di nav 4 salên ku weşana xwe rojane û xwerû bi kurdî dike cara 8’emîn bi bêhiqûqiyek re rû bir û ma û mehek cezayê weşansekinandinê lê hate birîn. Rojnameya me ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi hinceta nivîs û nûçeyên di hejmara wê ya 1252 ya di 21’ê Tebaxê de derketî bê ku nivîs an nûçe bê destnîşankirin hate girtin”.

Karadenîz bal kişand li ser girîngiya rojnameya Azadiya Welat jibo kurdan û diyar kur ku ji roja derketî heta niha mafên kolektîf ên gelê kurd tim parastiye û bi diruşima pêwîste e gelê kurd jî cihê xwe di nav gelên cîhanê yên pêşketî û şareza de bistîne; teşe û rêgezên naveroka xwe li gorî wî amede kiriye. Ligel vê rol û mîsyona xwe Azadiya Welat bi berpirsiyariya rojnameya xwerû bi kurdî û rojane ye ku li ser vî erdnîgariyê dertê bûye gihaneka gelan daku bi hev re di nav aştiyê de bijîn.

Karadenîz got; "Rojnameya me ku li ser vê esasê weşana xwe dike, di serî de geşedanên der barê gelê kurd de dike naveroka nûçe û nivîsên xwe. Azadiya Welat berya her tiştî ji bo agahdarî û li xwe warqilînqa gelê kurd bi îhtîmam û cidiyetek mezin cih dide nûçe û nivîsên çandî, polîtîk, civakî û hwd”.

Daxuyanî wiha berdewam dike:

"Divê bê gotin ku yekane rojnameya gelê kurd ku bi zimanê zikmakî ango kurdî weşanê dike jî bi berpirsiyariyariyek mezin pêwîst e li gorî rol û mîsyona xwe tevbigere. Rojnameya me bi naveroka xwe ya ku gelê me ji nêz ve eleqedar dike ango geşedanên siyasî, çandî û civakî ku gelê kurd eleqeder dike tim û tim derdixe pêş ji ber van jî kirinên Azadiya Welat ji aliyê îktidar û dewletê ve nayê hezim kirin ango bi kîn û hesûdî nêzî Azadiya Welat dibin. Ji ber van sedeman rojnameya me di nav 4 salên ku weşana xwe rojane û xwerû bi kurdî dike de; di nav salek de navekî 2 caran, heta îro 8 caran bi ‘ceza’ yê weşansekinandinê re rû bir û ma.

Ev cezayên weşansekinandinê ku li rojnameya me hatî birîn di nav hiqûqqa navneteweyî de tu cihê wî û mantiqa wî nîn e. Çapemeniya Azad a ku li Tirkiyeyê weşanê dikin ev pirsgirêkên ku dişibin hev ku di bin DMME’yê Tirkiye ji ber van kirinên xwe tê mehkûmkirin. Ancax, ev biryarên sosret ku tu mînakên wî di nav hiqûqa navneteweyî de nîn e li Tirkiyeyê heye. Bi taybetî guhertinên di Qanûna Çapemeniyê de ku di sala 2006’an de ji alî hikûmeta AKP’ê ve hatî derxistin û niha di meriyetê de ye li ser serên kurdan mîna ‘şûrê Demoklesî’ li ser serê çapemeniya azad disekine. Bi qanûna AKP’ê derxistî rojnameya me Azadiya Welat 8 caran bi girtinê re rû bir û maye.

Bifikirin ku pergaleke hiqûqî 12 rûpelên rojnameyê ango hemû nûçe û nivîsan wekî sûc dibîne. 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ev yek pêk aniye. Hejmara rojnameya me ya 1252’emîn sûc hatiye dîtin. Biryara dadgerî ya ku navê wê derbas dibe û bi tevahî wiha ye; "Azadiya Welat a ku li bajarê Stenbolê tê çapkirin û belav kirin di hejmara xwe ya 1252’emîn ku di dîroka 21’ê Tebaxê derketiye Propogandaya PKK/KONGRAGEL kiriye; tewambar û sûcdaran pesinandiye li gorî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê(TMK) hejmar 3713 û xala 6/dawî weşana rojnameya navborî bi qasî mehekê cezayê weşan sekinandinê û li gorî Qanûna Çapemeniyê hejmar 5187 û xala 25/2 nûshayên rojnameya navborî hejmara wê ya destnîşankirî jî bi tevahî bê desteserkirin.”

Ji ev qas bêhiqûqiyê re êdî bes e. Me berê jî biryarên dozgeriyê yên abes û tu eleqeya wan bi hiqûqê re nîn e dîtibû. Lê yên berê di bin siya vê biryarê de man. Ev biryar bêhiqûqiya li dijî rojnamegeriya kurdî ya asta herî jor nîşan dide. Mirov di vegotina vê bêhiqûqiyê de zehmetiyan dikişîne.

Em vê yekê baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê di sala 2006’an de qanûnên çapemeniyê guherand û di guherandina qanûnan de çapemeniya kurd wekî hedef hatiye nîşandan. Hevalên me Vedat Kurşun, Ozan Kilinç û Bedrî Adanir ji ber ku midûrtiya karê nivîsê yên rojnameyê dikirin niha di girtîgehê de ne. Ji bo Azadiya Welat û rojnameyên ku ji bo valahiya Azadiya Welat dagirin hatine weşandin ji 400 salî zêdetir ceza hatiye birîn. Her wiha em cezayê ku ji bo rojnameya me hatiye birîn wekî cezayê ku ji bo zimanê kurdî hatiye birîn dinirxînin.

Li ser kevneşopiya çapemeniya azad heta niha zextên giran hatine meşandin û tê meşandin. Em vê yekê dizanin ku li vî welatî her tim bedela vegotin û nivîsandina rastiyan hebûye. Di dîroka rojnamegeriya kurd de mînakên vê gelek in.

Ev jî rastiyeke ku tu carî rastî nayên veşartin. Azadiya Welat wê xebatên xwe bidomîne. Em di wê baweriyê de ne ku rojek bê kesên ku vê bêhiqûqiyê pêk tînin wê serê xwe bixin ber xwe. Ew roj mirovahî wê bi ser bikeve”. ANF

Category: Welatê me | Views: 410 | Added by: KDoz | Tags: Girtin, CEZA, Welat, Stenbol, Azadiya Welat | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]