Main » 2010 tebax/gelawêj 13 » Çapemeniya Elman: Artêşa Tirk çekên kîmyayî bikar tîne
13:12 Çapemeniya Elman: Artêşa Tirk çekên kîmyayî bikar tîne | |
Çapemeniya Elman bal dikîşene ser dijwarbûna şerê li Kurdistanê û diyar
dike ku artêşa Tirk li dijî gêrîllayên HPG’ê çekên kîmyayî bikar aniye.
Parêzvanên mafê mirov yên Elman û siyasetmedarên navnetewî daxwaza
lêpirsînê dikin, Zanîngeha Hamburgê jî bi raporekê îsbat kir ku TSK’ê
çekên kîmyayî bikar aniye. Di vê hefteya dawiyê de rojname û kovarên bi navê "Der Spiegel”, "Die Welt” û "Die Tageszeitung" (TAZ) cih didin şerê ji 1’ê hezîranê ve li Kurdistanê dijwar dibe. Bi taybet, balê dikişînin li ser karanîna çekên kîmyayî û hovitiya artêşa Tirk. Çapemeniya Elman wêneyên cenazeyên gêrîllayan yên hatîn şêwandin (deformekirin) û xistine hindir telîsên zer jî weşand û bi bîr dixin ku çekên kîmyayî û qedexe tên bikaranîn. Çapenemiya Elman, karanîna çekên kîmyayî weke ‘skandal’ bi nav kir. Her wiha cih daye nêrînên komên siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan yên welêt jî. ZANÎNGEHA HAMBURGÊ ‘KÎMYAYÎ’ PIŞTRAST KIK Kovara Der Spiegel bi sergotara ‘Tirkiye Kurdan bi çekên kîmyayî kuşt’, wêneyên gêrîllayên îlona sala 2009 hatîn perçiqandin daye û got: "Zilma herî xirab”. Hat diyarkirin ku wêneyê gêrîllayan, saziyên mafê mirovan yên li Tirkiyeyê daye heyeta heyeta mafê mirovan ya ji rojnamevan û siyasetmedarên Partiya Çepgir (Die Linke) ya meha adarê çûbû Tirkiyeyê. Rojnameya Der Spiegel diyar dike ku jibo bê zanîn ka wêne rastin an an, kesê pispor yê bi navê Hans Baumann lêkolîn kiriye, her wiha, hat ragihandin ku Nexweşxaneya Zanîngeha Hamburgê jî piştrast kiriye ku çekên kîmyayî hatin bikaranîn. CLAUDIA ROTH: BILA TIRKIYE DAXUYANÎ BIDE Dîsa Hevserokê Partiya Keskan (Die Grunen) ya Elman Claudia Roth ji rojnameya Der Spiegel re axivî û xwest ku Tirkiye vê mijarê zelal bike. Roth di daxuyaniya xwe de wiha got: "Encamên otopsiya cenazeyên gêrîllayên PKK’ê têne veşartin. Ev yek nayê famkirin. Gelek bûyerên wiha ‘razdar’ qewimîn. Divê bêne lêkolînkirin. Jibo pêşî li vê yekê bê girtin, em li bendê ne ku Tirkiye di derbarê karanîna an karaneanîna kîmyayê de daxuyaniyek bide”. Roth ragihand ku divê Tirkiye deriyê xwe ji lêkolînan re veke û encamên otopsiyê rabigihîne. BILA LÊKOLÎNÊN NAVNETEWÎ BÊNE KIRIN Parlementerê CDU Ruprecht Polenz ji kovarê re axivî û wî jî weke Roth ji Tirkiye xwest ku vê yekê zelal bike. Her wiha diyar kir ku riya vê yekê a baş ew e ku lêkolînên navnetewî bêne kirin. Pisporê Tirkiyeyê yê Rêxistina Yekitiya Bijîşkan ya Pêşîlêgirtina Şêrê Navnetewî yê Atomê (IPPNW) Gisela Penteker jî diyar kir ku bi salane gumanên ku Tirkiye çekên kîmyayî bikar tîne hene û got: "Mirovên li wê derê vê yekê dibêjin. Lê mixabin piştrastkirina vê yekê pir zor e, jiber ku cenazeyan pir dereng derdixin ji der ve, ev yek jî zorê dide xebatên lêkolîna otopsiyê”. Penteker ragihand ku ev 14 sale Tirkiyeyê dişopîne û bal kişand ku zexên dîplomatîk yên navnetewî li Tirkiyeyê nayên kirin. HIQÛQ PINPÊ KIR Kovara Spiegel destnîşan dike ku der barê mijarê de ne tenê leşker hikûmeta AKP’ê jî bêdeng dimîne û kovar dibêje vê rewşê balkêşe. Tê gotin ku Erdogan vê qebûl nake û dibêje ‘PKK dixwaze bi vê propagandayê hikûmeta wan bi sûcê şer sûcdar bike.’ Serokê Kom Kontrola Zirh ya Almanyayê (SPD) Uta Zapf jî li ser mijarê agahî da TAZ’ê. Zapfê diyar kir ku zelalkirina bûyerê mijareke jiyanê ye û bûyereke wisa binpêkirina hiquqa navneteweyiyê. Zapf bang li Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Guido Westerwelle kir û jê xwest li ser mijarê lêkolîn bike. WEZARETÊ ÎNKAR KIR Yekemîn car rojnameya Berlîner Tageszeitung cih da bikaranîna kîmyasalê ya li dijî gerîlayan. Rojname di agahiyê de nêrîna Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî weşand. Wezareta Tirk diyar dike ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî mohr kiriye ji ber vê jî ew di şereke de ne çeka kîmyasal û ne jî biyolojîk bikar naînin. ŞAHIDÊN BÛYERÊ Di çapameniya Elman de wêneyên gêrîlayên ku bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin hat weşandin. Wêneya hat nîşandan wêneya bûyera şerê gêrîlla û leşkerên tirk ya sala 2009’an ya li navçeya Çelê ya Colemergê ku 2 jê jin 6 gêrîlla bi kîmyasalê hatibû qetilkirin hat weşandin. Junge Welt diyar dike ku gêrîlla dema di şikeftê de bûn artêşa tirk bi çekên kîmyewî şikeftê dane ber bombeyan. ANF | |
|
Total comments: 0 | |