Main » 2010 tebax/gelawêj 24 » Ciwanê Polonî jibo kurdan ji Polonya heta Îtalya meşiya
16:47 Ciwanê Polonî jibo kurdan ji Polonya heta Îtalya meşiya | |
Ciwanê Polonî yê 19 salî, jibo pirsgirêka kurd bi riyên aşitiyane bê
çareserkirin û operasyonên leşkerî bêne rawestandin, ji Polonyayê heta
Îtalyayê bi bisikletê meşiya. Ciwanê Polonî, Daniel Mafierski, jibo pirsgirêka kurd bi riyên aşitiyane çareser bibe, ji destpêka meha tebaxê ji welatê xwe ket ser rê. Armaca wî ew bû heta Îtalyayê bimeşe. Jibo vê divê di Komara Çekê û Awusturyayê re derbas bibûya. Magierski 1’ê tebaxê dest bi geşta bisikletê kir. 9’ê tebaxê gihişt Îtalyayê. Di nava van rojan de 200 km rê meşiya. Magierski di derbarê geşta xwe de ji ANF’ê re axivî got "Min bi tenê dest bi meşê kir” û diyar kir ku kurdan 2 sal berê nas kiriye. Magierski got; "Ji wê rojê heta niha, min guhdarî şerê li welatê dostên min kurdan kir. Min ziyana wan ji şer girtî dît, ez pir xemgîn bûm. Piştî ez îsal ji Mihrîcana Cellecchio vegeriyam, ez bi heval û malbata xwe re axivîm. Bavê min jî piştgirî da min. Min xwest bi vê meşa xwe bi mirovên cihê ku ez di nav re derbas bûm, bidim zanîn ku li Kurdistanê şerek qirêj heye, ji ber berjewendiyên aborî, ji gelên din yên cîhanê re nayê ragihandin, min hewlda vî şerî rabigihînim.” AŞITÎ NE HÊSAN E Ciwanê Polonî, got "Ez ê vê yekê bidomînim” û diyar kir dema ew gihişt Vebedîka Îtalyayê, suprîzek xirab dîtiye û bal kişand li ser binçavkirina Serokê KON-KURD’ê Nîzamedîn Toguç. Toguç 13’ê tebaxê hatibû berdan. Magierski dibêje, wî digot qey Îtalya li hemberî pirsgirêka kurd welatek hişyare, dema nûçeya binçavkirina Toguç dibihîse mat mayî dimîne. Magierski diyar kir ku wî bisikletê daniye, lê wê meşa xwe bidomîne û got; "Aşitî ne tiştek hêsan e, ger min jibo aşitiyê dest bi meşê kiriye, wê zoriyên wê jî hebin”. WÊ AŞITÎ LI KURDISTANÊ BANDORÊ LI GELEK TIŞTAN BIKE Ciwanê polonî diyar kir ku ew bi êşa gelê kurd ji kûrahî ve dizane û wiha bedewam kir; "Ez tekoşîna bi rûmet ya ku kurd jibo azadiya xwe dimeşînin silav dikim. Ez dixwazim bang li gelên cîhanê bikim. Ez ne xwediyên tu hizrên polîtîkim, lê ev nayê wê wateyê ku ez ne mirovim û nayê wê wateyê ku ez ê li hemberî vî şerî bêdeng bimînim. Jiber vê jî, ger em ji xwe re dibêjin miron, ka çi ji destê kê tê, bila bike û li hemberî vî şerî raweste. Bila aşitî bê Kurdistanê. Ez ji niha ve bi wê bawer dikim ku wê aşitî gelek tişt li Kurdistanê bandor bike”.ANF | |
|
Total comments: 0 | |