KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 5 » Çopy Fettah berhemek Kurdî û yek Înglîzî amade dike
16:22
Çopy Fettah berhemek Kurdî û yek Înglîzî amade dike
Hunermend Çopî Fettah ji bo tomarkirina albumeka xwe ya nuh hatiye Herêma Kurdistanê .

Çopî di hevpeyînek xwe de gotibû:"Ez bi niyaza tomarkirina albumeka stirana me ku beşek pêk tê ji meqamên resen ên kurdî, texmînî ji 14 stranan pêk bê, stiran bi awayekî modern li studyoyên Melodî, karê parvekirina muzîkê ji bal Hêmin Husên û karê tomerkirina deng ji bal Ako Umer encam dide."


Ji bilî wê albumê Çopî wê klîpeke bi navê "Mîrê Peyvan" çêbike. Nivisîna vê stranê ji bal Edib Çelkî hatiye danîn, awaz jî wê ji bal Helkewt Zahir hatiye amadekirin. Karê vîdyoyî li Hollandayê ji bal Şoreşvan û tîmeka pê re hatiye kirin. Di nêzîk de wê di televizyonan de dest bi weşandinê bike.


Çopî her wiha karê tomarkirina albumeka seranser bi îngîlîzî temam kiriye. Album ji heft stiranên bi îngilîzî pêk hatiye. Yak ji stranên nav albumê li Beyrûdê klîpa wê hatiye kêşandin.


Çopî radigihîne ku hin şirketên hollandî û îngilîz daxwaza konsertan lê kirine, lê wê hin biryara xwe nedaye, çimkî ji ber xwendina wê ya îsal hin karên wê yên netemambtemambûyî mane, di vê em wan temam bike.


Çopî îsal ji fakulteyê ji beşa derûnasî (psîkolojî)dîplome wergirt. Ew ê salekê bi hunerê muzîkê mijûl bibe û pişt re vegere xwendinê master bike. ji warvînê

Category: mona lîza | Views: 898 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]