Main » 2010 tebax/gelawêj 2 » Derbarê Şaredarê Bajare Mezin yê Amedê Osman Baydemîr de lêpîrsîn hate vekirin
11:53 Derbarê Şaredarê Bajare Mezin yê Amedê Osman Baydemîr de lêpîrsîn hate vekirin | |
Serdozgeriya Komerê ya Dêrsimê, derbarê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê
Osman Baydemîr de têkildarî axaftina wi ya li ser mijarên "Al û
Xweseriya Demokratîk" de lêpirsîn da destpêkirin. Derbarê Şaredarê Bajare Mezin yê Amedê Osman Baydemîr de, ji ber axaftina wî ya li 10. Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de lêpîrsîn hate vekirin. Baydemîr di axaftina xwe ya di panela bi mijara "Di Pirsgirêka Kurd de Mijara Muxatabiyê û Xweseriya Demokratîk" hatiye lidarxistin de diyar kiribû ku "Xweseriya Demokratîk" li hemberî "Projeya Yekitiya Neteweyî" ya Serokwezîr Erdogan e, ew wekî "Projeya Bihevrebûna Neteweyî" dibînin û wiha axivî bû: "Pêwiste ev proje wekî projeya 'Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser" bê qebûlkirin. Ji ber vê axaftina wî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê der barê Baydemîr de lêpîrsîn da destpêkirin. Di vê navberê de Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek jî ji ber axaftina Baydemîr, bi awayekî heqeretwarî wiha gotibû: "Mirovê organên wî cih guhertî". ANF | |
|
Total comments: 0 | |