Main » 2010 tebax/gelawêj 30 » Di 7 mehan de 2 milyar dolar li Başûrê Kurdistanê hat razandin
14:51 Di 7 mehan de 2 milyar dolar li Başûrê Kurdistanê hat razandin | |
Desteya Hilberîna Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka salê heta
niha bi qasî 2 milyar dolar sermaye li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê
yên Başûrê Kurdistanê hatiye razadin. Rêveberê Îstatîstîkên Desteya Hilberîna Başûrê Kurdistanê Heyder Mistefa di daxuyaniya dayî de ragihand ku ji destpêka 2010 heta meha Tebaxê, 57 qewil jibo karê hilberînê di sektorên cûda de li bajarên Hewlêr, Silmanê û Dihokê hatine dayîn. Her wiha Mistefa ragihand ku sermaya wan 57 qewlan dike 2 milyar dolar, ji vana milyarek û 57 milyon li Hewlêrê, 186 milyon dolar li Silêmaniyê û 576 milyon dolar jî li Dihokê hatine razandin. Mistefa da zanîn ku ew fîrma û şîrketên qewl wergirtine tenê 3 fîrmayên Misrî, Tirkî û Almanî ne û yên din jî hemû şîrketên navxweyî ne. ji ANF | |
|
Total comments: 0 | |