Main » 2010 cotmeh/kewçêr 26 » Di deqqeya dawî de konsêra Bilind Îbrahîm hate betalkirin
17:26 Di deqqeya dawî de konsêra Bilind Îbrahîm hate betalkirin | |
Hikûmeta Sûriyê destûr neda ku hunermend Bilind Îbrahîm konsera Bajarê Helebê bê sazkirin. Li
gor hin çavkaniyên nêzî hunermend Bilind Îbrahîm û
Rûdawê weknûçe belavkir, konsêra ku ji aliyê karsazekî kurd ve hatibû sazkirin û divya 1500 kes beşdar bibin, destûra sazbûnê nehatiye dayin.
Tevî ku karsazê Kurd pêşwext mohleta fermî ji Sendîkaya Hunermendan li Bajarê Helebê û parêzgehê wergirtibû jî, lê belê di deqeya dawî de astengî hatin çêkirin û nehiştin konser bê sazkirin. | |
|
Total comments: 0 | |