KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 18 » Di Doza KCK de, syasetmedarên Kurd bersiva xwe bi Kurdî dan
16:52
Di Doza KCK de, syasetmedarên Kurd bersiva xwe bi Kurdî dan
Di danişîna doza 103 jê girtî 151 siyasemedarên kurd û parazwanên mafên mirovan li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin de, heyeta dadgehê ji bo ku daxwaza parêzerên siyastemedarên kurd ya parastina kurdi, navber da danişînê. Siyasetmedarên kurd di tespîtkirina nasnameyan de bi kurdî bersiva "Ez livir amade me" da.

Yekemîn danişîna doza 103 jê girtî 151 yek siyasetmedarên kurd ku bi hincetên "Perçekirina yekîtiya dewletê" "Endam û rêveberiya rêxistinê", "Alîkarî û hewandina rêxistinê" bi daxwaza cezayên 15 salan heta cezayê muebetê hatibû vekirin, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome. Di salona danişînê de ji ber ku deng û dîmen tên qeydkirin zabit nehate girtin. Li Amedê yekem car dozek bi vî şiklî tê dîtin. Danişînê saet di 11.18'an de bi kontrolkirna kesên tên darizandin hate destpêkirin. Siyasetmedarên kurd yên navê wan hatin xwendin bi kurdî bersivên "Ez li vir im", "Amede me" dan. Yekemîn dora axaftinê parêzerê hemû girtiyan M. Emîn Aktar girt. Aktar, xwest ku tenê cewherê îdîanameyê bê xwendin.

DÎCLE: BIKARANÎNA ZIMANÊ XWE MAFEK E

Pişt re Parlamenterê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle mafê axaftinê girt. Dîcle ku rih berdane bi gotina, "Xweziya ev darizandin pêknehatiba." dest bi axaftina xwe kir. Dîcle, diyar kir, ji ber ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin ew niha tên darizandin û wiha pêde çû: "Hevalên me kurdî bersiva dadgehê dan. Ev helweste ne li dijî dadgehêye bila şaş neyê fêmkirin. Bikaranîna zimanê zikmakî mafeke xwezayiyê. Ev di gelek peymanê navneteweyî yên wekî Lozanê de hatiye mîsogerkirin." Dîcle, bibîrxisti ku hemû hevalên wî yên bi wî re tên darizandin, bi gelek cezayên giran tên darizandin û van kesan jî tenê nasnameya kurd parastiye. Dîcle, xwest ku heyeta dadgehê bi dilovanî nêzî daxwazên parastina kurdî bibin. Piştî, Dîcle parêzerê hemû siyasetmedarên kurd Tahîr Elçî, daxwaznameyên bersucan yên daxwaza parastina kurdî pêşkeşî heyeta dadgehê kir. Parêzerê siyastemedarên kurd Ercan Kanar jî îdîanem wekî bêhiqûqî nirxand û rexne kir. Kanar, diyar kir, ji ber ku bêhiqûqe, bila îdîaname qet neyê xwendin û xwest tercuman bê amadekirin.

Heyeta dadghê ji bo ku daxwaza parastina kurdî binirxîne navber da danişînê.

Şaredarên girtî:

Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredarê Peyasê Başkanı Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Cizîre Aydin Budak, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Pirsûsê Ehem Şahîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk.

Girtiyen din ê siyasetmedar:

Nadîr Yildirim, Kamuran Yuksek, Mehmet Taş, Unal Ahmet Çelen, Herdem Kizilkaya, Huseyîn Yilmaz, Ramazan Morkoç, Salîh Alpdogan, Umran Genç, Mehmet Abbasoglu, Selanîk Oner, Kemal Aktaş, Çîmen Işik, Zohre Bozaci, Mehmet Nîmet Sevîm, Lutfu Dag, Bayram Altun, Alîcan Onlu, Ahmet Bîrsîn, Mehmet Akin, Alî Oruç, Hasan Huseyîn Ebem, Ercan Akyol, Ercan Sezgîn, Temer Tanrikulu, Kutbettîn Kurt, Mehmet Tarî, Hasan Uner, Hasan Îraz, Şînasî Tur, Ebru Gunay, Sîracettîn Irmak, Ahmet Makas, Abbas Çelîk, Mazlum Tekdag, Bahrî Çeken, Hasan Înatçi, Rahmî Ozmen, Mukaîl Karakuş, Celal Yoldaş, Ahmet Ertak, Alî Şîmşek, Firat Anli, Huseyîn Kalkan, Nadîr Bîngol, Emrullah Cîn, Gulcîhan Şimşek, Huseyîn Bayrak, Haci Erdemîr, Heval Erdemlî, Sebahattîn Dînç, Abdullah Akengîn, Kazim Kurt, Garîp Kandemîr, Şeyhmus Bayhan, Cebrahîl Kurt, Yaşar Sari, Ahmet Zîrek, Arslan Ozdemîr, Engîn Kotay, Roza Erdede, Mehmet Hatîp Dicle, Kerem Duruk, Leyla Denîz, Nîhayet Taşdemîr, Dîrayet Taşdemîr, Pinar Işik, Esma Guler, Besîme Konca, Fadîle Bayram, Elîf Kaya, Olcay Kanlibaş, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Sara Aktaş, Selma Irmak, Sevî Demîr, Zahîde Besîn, Zeynep Boga, Hacîre Ozdemîr, Takîbe Turgay, Alaattin Aktaş, Tuncay Korkmaz, Ramazan Debe, Fethî Suvarî, Musa Farisogulları, Muharrem Erbey, Mahmut Okkan, Nîzamettîn Onar, Zeynel Mat, Abdurrahim Tanriverdî, Adnan Bayram, Îhsan Sevitek, Mustafa Ocaklik, Osman Ocaklik, Seyîthan Şen, Veysî Akar.

Kesên serbest tên darizandin:

Demîr Çelîk, Servet Ozen, Yaşar Çelîk, Ahmet Yildirim, Osman Baydemîr, Selîm Sadak, Songul Erol Abdîl, Fîkret Kaya, Şukran Aydin, Nuran Atli, Ahmet Cengîz, Îhsan Ugur, Selahattîn Elçî, Abdullah Demîrbaş, (piştî 6 mehan girtî ma tenduristiya wî xera bû û serbest hate berdan) Yurdusev Ozsokmenler, Yuksel Baran, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş, Bedrîye Aydin, Mesut Çetîn, Adîl Erkek, Mehmet Deviren, Beyhan Sakin, Veysel Yildirim, Hanîfî Yontem, Mehmet Nesîh Çaglar, Onal Îsmaîl Oner, Seyîthan Haran, Turkî Gultekîn.

Kesên der barê wan de biryara girtinê heye:

Sabrî Ok, Nesrîn Denîz, Nurettîn Demîrtaş, Mustafa Sarikaya, Huseyin Zorlu, Umît Aydin, Seda Akbaş Can, Ahmet Erden, Fîkriye Aktaş, Muzeyyen Guneş, Nadîre Nergîz, Ramazan Odemîş, Nesîde Şahîn, Kenan Ayas, Remzî Kartal, Gulabi Dere, Ozlem Tanrikulu, Hamit Arslan, Nazîm Çaglak. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 394 | Added by: KDoz | Tags: Dageh, PKK, Syasetmedar, KCK, Kurd, Amed | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]