KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

îne, 25/01/24
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 1 » Erdogan: "Ger hevdîtin bidomin, ev wê hemû bêne axaftin"
21:38
Erdogan: "Ger hevdîtin bidomin, ev wê hemû bêne axaftin"
Demirtaş diyar kir ku ew guhertina di CMK’ê dixwazin, Erdogan jî got; "Ger hevdîtin bidomin, ev wê hemû bêne axaftin. Demirtaş di derbarê operasyona KCK’ê de got; "Operasyonek siyasî ye, serokbajarê me hate girtin. Hewayek xweş heye, em binirxînin.” Erdogan jî got; "Operasyona ku dadgeha bilind xwestî wê bê kirin. Dadgeha bilin û rêveberî li ser dixebitin. Di mijara KCK’ê de, kesên ku di rê de derbas dibûn nehatine girtin.”

Di dema hevdîtinê de li gel Demîrtaş parlementerê Amedê Akin Bîrdal hebû, di wê demê de Erdogan ji Akin Bîrdal re got "derbaz bûyî be”. Bîrdal ji Erdogan pirsî ku, çima di bin navê Biryargeha Şoreşgeran de operasyon li hember SDP’ê tên kirin ku partiyek legale. Bîrdal da zanîn ku tiştên tên gotin û tiştên ku tên kirin hevdû nagirin. Ev rewş wê vê hewaya aram bêxe xeteriyê. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 476 | Added by: KDoz | Tags: KCK, Demîrtaş, Erdogan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]