Li Şemzînanê pevçûnên
mezin ên di navbera Artêşa Tirk û HPG’ê de berdewam dikin û hejmara
kuştiyên leşkeran gihîşt 20’an. Her wiha tê gotin 20 leşker jî birîndar
in, herî kêm 8 helîkopter kuştî û birîndaran radike. Çavkaniyên HPG’ê jî
gotin ku pevçûn didome.
Li gundê Bêsosin, Kalaşik û Tekeli yên bi
ser Şemzînanê ve li dijî yekîneya leşkerî pêr saet di 02:00’an de êrîşek
pêk hat. Pevçûna ku saetên şevê dest pê kir heta serê sibehê dom kir.
Li gorî çavkaniyên Serfermandariya Giştî herî kêm 8 leşker hatine kuştin
û 14 jî birîndar in.
TEQÎN: 2 LEŞKER MIRIN Piştî vê çalakiyê ji bo
herêmê pevçûn lê qewimî komando û helîkopter hate sewqkirin, ji bejahiyê
jî obus û havan têne avêtin. Balafirên şer jî derbasî başûrê Kurdistanê
bûn û herêma Başûr bombebaran dike. Di dema ku pevçûn diqewimîn di
heman herêmê de agahiya teqînek din hat. Di teqînê de li gorî agahiyên
destpêkê herî kêm 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne. BI
HELÎKOPTERAN RADIKIN Li gorî çavkaniyên HPG’ê pevçûnên
dijwar berdewam dikin. Tê texmînkirin ku kuştî û birîndarên Artêşa Tirk
gelek in. Hate daxuyandin ku êrîşa hewayî ya Artêşa Tirk saet û nîvekê
berdewam kir. Çavkaniyên herêmî gotin ku kuştî û birîndar herî kêm bi 8
helîkopteran hatin rakirin.
JI QADÊ RÊVIYAN Li gorî çavkaniyên herêmî di dema
pevçûnê de berpirsyarên leşkerî yên Artêşa Tirk leşkerên xwe di cih de
hiştine û reviyane. Li gorî çavkaniyên herêmî 20 leşker hatine kuştin û
19 jî birîndar in. Lê der barê vê mijarê de agahiyeke zelal nehatiye
bidestxistin. Lê li gorî agahiyan hejmara kuştî û birîndarên Artêşa
Tirk ji daneyên fermî zêdetirin.
BOMBEBARANA BALEFIRAN Piştî biserdagirtina
şervanên HPG’ê balafirên şer yên artêşa hewayî ya Tirkiyeyê derbasê
sînorê başûrê Kurdistanê bûn û herêma Sidekan û Xinereyê dan ber
bombeyan. Hat hînbûn ku balafirên tirk yên şer cihên ku gel çûne zozanan
û lê dimînin jî dane ber bombeyan. Hê naye zanîn ku ji ber vê
bombebaranê windahiyek heye an na. Gundiyên herêmê ji ber fikara êrîşê
cih û warê xwe hiştin û reviyan cihên ku karin xwe biparêzin.
Siyasetmedaran der barê pevçûna Şemzînanê de nêrînên xwe
vegotin
Şerê li Şemzînanê li Tirkiyeyê dengveda. Çapemeniya tirk weşanên xwe
rawestand û ji serê sibehê de agahiyên der barê pevçûnê de weşand.
Pevçûna li Şemzînanê di heman demê de di nava siyasetmedaran jî
dengveda. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, piştî êrîşa li Şemzînên
pêk hat û 8 leşkeran hatin kuştin û 14 leşker birîndar bûn, xwest li
herêmê Rewşa Awarte (OHAL) bê îlankirin. Bahçelî bi vê yekê jî nehat ser
û xwest parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neçin hevdîtinê bi
Ocalan re nekin. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan peyamek ji
Serfermandariya Giştî re rêkir û got ku ‘ew ê heta PKK bi dawî dibe, şer
bikin’. Serokomar Abdullah Gul jî peyameke nêzî ya Erdogan da û got:
‘Heta ‘teror’ bi dawî dibe şerê wan dê bidome.’ Serfermandarê Artîşa
Tirk Îlker Başbug jî got ku ‘heta ku ‘terorîstek’ jî bimîne ew ê şer
bikin’. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hikûmeta AKP’ê bi
hinceta ‘tawîzan’ dide ‘terorê’ tewabanbar kir. Serokê Giştî yê
Parlamentoyê Mehmet Alî Şahîn daxuyaniyeke balkêş da. Şahîn got: ‘Divê
artêş agahiyên rast ên derbarê bûyerê de bide.’ ji welat.org
|