KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 10 » Girtiyê Guantánamoyî berê li DYA gilî dike
00:13
Girtiyê Guantánamoyî berê li DYA gilî dike
Kurdê rojavayê Kurdistanê Abdilrehman Cengo (32salî) ê go neh salan li Guantánamo girtî bû, li wezîrê parastinê ê DYA û gelek berpirsyarên leşkerî ên din gilî dike. Cengo ji sala 2002 û virde ji aliyê DYA ve hatiye girtin û ev demeke hatiye berdan. Cengo dibêje ku ew ji aliyê DYA hatiye îşkence kirin û peymana Cenefê hatiye binpê kirin.

Cengoyê li Îmarata erebî jiyan dikir, piştî pirsgirêgek malbatî çûbû Afganistanê. Li wir dikeve destên Talîban û bi sîxurtiya DYA û Îsraîl tê sûcdar kirin û îşkence kirin.

bi hatina DYA a Afganistanê re Cengo serbest tê berdan. Lê di sala 2002 de piştî dîtina Vîdyoyeke Cengo, ew dîsa hat girtin. Li Qendehara Afganistanê hate girtin û paşê jî ew veguhestin Guantánamo
Category: Welatê me | Views: 437 | Added by: KDoz | Tags: Afganistan, Rojava, Dya, CENGO | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]