Em dikarim Newrozê nas bikim ka ji kuderê ye û çawa dest bi karê
hunerî kiriye?
-Ez keça malbateke Kurd a Amedê me û di 3’yê îlona 1980’ê de ji
dayîk bûme. Ez di nava çand û zimanê Kurdî de mezin bûm, ji ber ku
kesên di malbatê de tev bi hunerê re, bi taybet jî muzîkê re mijûl
dibûn, her wiha wênekar û helbestvan jî di nav malbatê de hebûn. Min
sala 1994’ê li NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) ya Amedê bi koma mûzîkê
ya zarokan dest bi xebatên pirofesyoneli kir û li Amedê ez ketim nava
kar û çalakiyên hunerî. Ez beşdarî gelek şevên pîrozbahiyê yên Kurdî
bûme. Dema NÇM ya Amedê hate girtin, min xebatên xwe li navenda
Stembolê, di komeke mûzîkê de berdewam kir.
Rewşa huner û hunermendan li bakurê Kurdistanê çawa yeû hunermendek
divê çawa be?
-Beriya her tiştî hunermend pêwîst e hestên berpirsiyartiyê di dilê
xwe de bihewîne, bo ku bikaribe bibe bersiv ji bo daxwazên hunerî yên
gelê xwe û bêwestan û bi xwestekek ji dil lêkolînan bike û xwe pêş bixe
da ku bikaribe kultur û çanda xwe ya ku bi salan e hatiye qedexekirin
pêş bixe û gelên cîhanê jî çand û zimanê wî nas bikin û bizanibin gelek
heye bi çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe jiyan dike û li ser axa xwe
penaber e.
Eger bikarî hinekê ji me re qala rewşa jinên hunermend li
Kurdistanê, bi taybet li bakur bike û astengiyên di pêşiya wan de çi
ne?
-Ez tenê dikarim li ser hunermendên jin yên li bakurê Kurdistanê
dijîn, hin tiştan bêjim, bi taybet jî ji ber ku ez bi xwe ji bakur im.
Berî niha bê guman astengiyeke him siyasî û him jî malbatî li ser
hunermendên jin hebû. Ji xwe hunermendên jin di nava hunerê de gelek
kêm bûn. Lê niha bi pêşketinên bi tekoşinê re hatine, astengiyên siyasî
aniye qadakê nizim. Jin ji berê bêhtir dikare xwe îfade bike û hunera
xwe jî biafirîne.
Çend berhemên te yên hunerî hene û di karê muzîkê de kî alîkariya
te dike?
-Ev albuma min, yekemîn berhema min e. Hefteyek dibe ku derketiye
pêşberî gel . Min hêj tu kilîp nekişandine. Di vê berhemê de 10 stran
hene. Berhem ji helbestên min pêk tê û muzikên teva jî yên min in.
Te serdana başûrê Kurdistanê kiribû. Çawa bû tu hatî û rewşa
Kurdistanê te çawa dît? Tu mêvanê kîjan TV’yê bûyî?
-Cara yekemîn bû ez çûm başûrê Kurdistanê. Ji xwe ev hêviyeke min a
mezin bû ku serdana başûr bikim. Min azadiya gelê me yê başûr, jiyan,
çand û hunera wir gellek meraq dikir. Ez bi heyecaneke mezin çûm, bi
rastî jî gelek xweş bû. Zimanê kurdî li her derê dihat axaftin û gelek
gerim bû. Ez li Kanal 4 beşdarî 3 bernameyan bûm û gelek baş derbas bû.
Min ji wan re hunera xwe pêşkêş kir û ez jî gelek kêfxweş bûm ku min
karî li pêşberî gel karê xwe nîşan bidim.
Te li başûrê Kurdistanê tu konsertek neda. Tu kîjan bajarê
kurdistan geryayî?
Vî carê na, min tu konsert neda. Ji ber ku cara yekem bû ez hatibûm
başûr. Hêvî dikim demeke kin de konserekê jî bidim. Ez tenê li Hewlêrê
hinekî geriyam lê bi rastî jî têra min nekir, ji ber ku dema me pir
kurt bû. Di rêzê de Duhok û Silêmanî jî hene. Ez ê serdana wan bajaran
jî bikim.
Hêviya ku di dilê te de maye çiye? Tu dixwazî di paşerojê de çi
bikî?
Berî her tiştî jiyanek azad, hêviya min e û muzîka Kurdî an muzîka
bi Kurdî bi cîhanê bidim naskirin û bikaribim berhemên min bi dilê gel
be.
Dawî de tiştek din nema bêjî?
Ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim.
ji warvin.org
|