Main » 2010 eylûl/rezber 5 » Heyeta BDP û KCD li Silêmaniyê bi Serokkomar Talebanî re civiyan
14:27 Heyeta BDP û KCD li Silêmaniyê bi Serokkomar Talebanî re civiyan | |
| Îro serokkomarê Iraqê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeya KCD û BDP’ê a bi serokatiya Ahmed Turk kir.
Wek tê zanîn vê sibehê şandeya KCD û BDP’ê bi serdanekê hate Silêmaniyê. Şande ku Ahmed Turk serokatiya wê dike, pêk tê ji hevseroka KCD Aysel Tugluk, serokê koma BDP’ê Bengî Yildiz, parlementerê Mûşê Sirri Sakik, nûnerê Hewlêrê Rûşen Mahmutoglu û nivîskar Altan Tan. | |
|
| |
| Total comments: 0 | |
Di hevdîtinekê de rewşa siyasî a navçeyê, xurtkirina
têkiliyên navbera her du aliyan, peywendiya hêzên siyasî yên Kurdistanê
digel hevdu û dîtina rêçareyekê ji bo pirsa kurd bi awayekî aştiyane,
hate gotûbêjkirin.