Main » 2010 eylûl/rezber 20 » Hijmara 34 Ji Kovara wêjeyî, çandî û hunerî "W" derket
10:53 Hijmara 34 Ji Kovara wêjeyî, çandî û hunerî "W" derket | |
Di wêjeyan de kovar berê berê goşt in dûre ev goşt kamil dibe û dibe
kirkirk. Ev kirkirk jî bi bayê zemanan re, bi demsalên guherîn û
veguherîne re, bi xerîkandina kar re dibe hestî ku gelek caran hestî ji
pola zexmtir e. Me kurdan bi "hest”an cilika xwe ji avê derxist, ev jî
diyar dike ku em ê rojekê bibin "hest”î jî! Yekem hejmara kovara Wyê di
Rezber- Kewçêra 2004’an de derçû û va ye 2010 li ser kulavê me mêvan e. Ji hejmara yekem heta hejmara 34’an gelek nivîs derçûn. Ji van nivîsan
çi ava bû? An jî van nivîsan çi birin ava? Ev du pirs in berî ku em
jixwe bikin, em dixwazin ji mirîdên kurdî ango ji xwendevanan bikin. Ji
ber ku ji "beyan”ê zêdetir divê mirov li "vebeyan”ê binihêre. Mesele ne
ew e ku salê çend romanên kurdî der diçin, mesele ew e ku çend ji wan
tên xwendin. Bi vê hejmarê em ketin heft saliya xwe. Êdî destnimêj ji
me jî dişikê. Êdî em bîr dibin û bê guman bîrbûn barê me girantir jî
dike. Ji ber ku bîrbûn êdî toqekê jî dixe stûyê me. Lê em bêyî ku xwe
bidin çivan bi pêşniyar û rexneyê we nivîskar û xwendevanan û bi taybetî
bi alîkariya we ya cebilxaneyî em ê wêjeya kurdî geş bikin. Nivîskariya
kurdî, nivîskariyeke kitim e. Ji ber ku ne bazareke wê ya ku guhê gelek
kesan bi ser wê de xwar e heye, ne geşbûneke wê ya palûteyî heye û
jixwe qet û qet derfet ji wê re nehatiye terxankirin ku ew jî karibe
zemanan bihejîne. Em jî bi gavên biçûk dixwazin vê wêjeyê hildin binê
qeftê û ji vê hejmarê şûnde em ê hinek tiştan biguherînin. Wekî nimûne
êdî çi kesê/a ku nivîs ji me re şand em wêneyekî wî/wê jî jê dixwazin.
Ji ber ku êdî divê nivîskarê/a kurd di civakê de wekî nivîskar were
nasîn. Ne wekî mamoste, xwendevan, pale û bijîşkan. Ji ber ku wêne
yekemîn doza hebûnê ye. Û vê dewletê mafê dersa kurdî da zanîngeha
Artûklûyê. Beqên bîrên bêbinî jî dizanin ku rojnameyeke bi kurdî di çar
rojan de 2 caran hat girtin! Ev ne fen be ev çi ben e! Ji ber wê hindê
jî em zanîngeha Artûklûyê, YOK’ê û heta ku bigihîje MEB’ê boykot dikin!
Heta ku ji pêşdibistanê heta doktorayê -doktora jî tê de!- zarokên agir û
bizot ên ku dibêjin boykot bi kurdî perwerde nebin vê çîroka me dê
neqede! Çi karê ku zagona wê tune be û ji hinekan re qedexe be û bi baca
kesên ku ev kar li wan hatine qedexekirin, ji delaliyên dewletê re bê
terxankirin ev faşîzm e! Kurdî Der’ên me jî nikarin bibêjin "qurs”
dibêjin "atolye”. Lê berdilkên dewletê ji ser serê xwe dimîzin û ji nav
ranên wan petrol diherike! Em wekî Kovara Wyê gazî kesên ku çûne
Artûklûyê dikin ku bila vegerin. Heke vegerin ser seran û ser çavan, lê
heke venegerin jî wekî her weşanê, ê me jî tercîhên me dê hebin. Ya din
jî kesên ku ji pirtûkên mirov hînî kurdî bibin çawa dikarin pûanan bidin
"nivîskar”an. Û "nivîskar” wî mafî çawa didin wê çerxê! Divê em bînin
bîra xwe ku Xanî piştî wextekê paxav bi mîrên dema xwe nekiriye lê
"nivîskarê kurd” çawa dikare paxavê bi endamê lijneyeke wisa bike ku
dibêje "Ehmedê Xanî di meseleya neteweperweriyê de tiştên wisa negotine,
Celadet Bedirxan ew beş lê zêde kiriye, welhasilî kelam Xanî ji xwe re
çandiye şorbeyê” Osman Sebrî mîr bû, dev ji mîrîtiya xwe berda lê
"nivîskarê kurd” û "ciwanên kurd” çawa xwe li Artûklûya bê zagon girtin
divê were nîqaşkirin! Di vê hejmara payîzê de jî me dosyeyek li ser
mizgînxêrkekî kurd, li ser helbestkar, wergêr û edîtor Kawa Nemirê ku
digot "tevbigere, vegere ey kelama qedîm” amade kir. Ji bo ku dosyeyên
me xurttir derkevin êdî em ê dosyeyên xwe sê hejmar -şeş meh- berê diyar
bikin. Li gorî plansaziya me; Dosyeya Sermawez-Berfanbar 2010’an
"Şanoya Kurdî” ye. Ji bo dosyeyê herî dereng divê heta 15’ê Kewçêrê
nivîs werin ber destên me. Dosyeya Rêbendan-Reşemiya 2011’an "Wêjeya
Polîtîk” e. Herî dereng divê heta 15’ê Berfanbarê nivîs werin ber destên
me. Dosyeya Adar-Avrêla 2011’an "Li Ba Jinan Wêjeya Kurdî” ye. Herî
dereng divê heta 15’ê Reşemiyê nivîs werin ber destên me. Kesên ku
dixwazin beşdarî dosyeya me bibin bi awayekî xwe bigihînin me û haya me
pê bixin em ê kêfxweş bibin. Bi hêviya azadî û aramiyê cejna we ya
Remezanê pîroz be. Heta hejmara nû bimînin di xweşiyê de. NAVEROK Ji edîtor / 2 Prensê Dilşad - Oscar WILDE - Werger: Evdilayê DEWRÊŞ / 3 Vegera jiyanê - Kamran Simo HEDILÎ / 8 Çima na - Îsmaîl DÎNDAR/ 10 Xwezî, Nasekinim, Vîn - Zekî KAYAR / 12 Mêrik û dêw - Îsmaîl GUVEN / 13 Kulmek xwelî - Xecê OMERÎ / 16 Xeberoşkeke evînî -Mehmet DÎCLE / 17 Name - ŞÎNYA / 18 Cemed- Omer FÎDAN / 19 Gulên bêmiraz- Bargiran ŞANAZ / 20 Du darvanên botî - Şivan ZEREN (AR) / 21 Kurtenameyeke binçavkirî - Ferzan ŞÊR / 23 Bêzar - Mihemed RONAHÎ / 24 Ti vace - Nesrîn NAVDAR / 26 ... - Janbijan AR / 27 Hevpeyvîn bi Mehmet Çakmak re - Fatma SAVCI / 28 Parseko - Berfo BARÎ / 31 Dosye - Kawa NEMIR / 32 Hevpeyvîn bi Kawa Nemir re - Lal LALEŞ / 33 Zimannameya Kawa Nemir - Zana FARQÎNÎ / 40 Ji keviyên helbesteke birîndar bîşenga ku berzûrî heyatê dibe - Berken BEREH / 44 Mistek mirin - Ehmedê HUSEYNÎ / 48 Serkîsof - Arjen ARÎ / 49 Pêwîst û giranbuha - Samî HÊZIL / 50 Li Babîlê pêlewanek: Wergêr Kawa Nemir - Yunus EROGLU / 53 Li ser sînorên rengîn siyek - Îsmaîl YILDIZ / 56 Nameyeke mişt bêrîkirin li dû Pilingo - Sedêyê SEHERNAZÊ / 58 Çîka berbihevanînê - Elîxan LORAN / 60 Bandora çand û helbesta erebî li ser helbesta kurdî - Hoşeng OSÊ / 61 Destê jêkirî - Bekîr YILDIZ - Werger: Feratê DENGIZÎ / 65 Şano û nostaljiya dawetên Botanê - Rûkiye OZMEN / 68 Di helbestê hilnayêm - Şengul OGUR / 71 Zû çûyî - Enwerî - Werger: Cewad PALE / 71 Apê Mûsa -Lorîne DEMÎREL / 72 Xêr û şer di ola misrî ya kevnar de - Salih BOZAN / 73 Jiyaneke teng, Hêviyên ba û baranê - NAZÊ / 76 Ji dapîr û bapîran - Zekî AKDAG / 77 Hişxur - Ercan DOGAN / 77 Beravdanî - Ar-da JANXWAR / 78 Navnîşan Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevleri Kayapınar/DİYARBAKIR Tel & Faks: (0412) 237 43 16 E-Mail kovaraw@yahoo.com kovarawe@hotmail.com WEB: www.kovaraw.com Şertên Abonetiyê Nava Welat, salek: 30 TL Welatên Dereke, salek: 70 EURO | |
|
Total comments: 0 | |