Main » 2010 mijdar/sermawez 24 » Hijmara 35 ji Kovara "W"
14:00 Hijmara 35 ji Kovara "W" | |
Dema mirov li rewşa wêje û gelê kurd û pergala harhar û barbar binihêre û ji ser van parametrayan bifikire, gotina Albert Camusê ku dibêje "Karê min nivîsandina pirtûkan e; dema ku mirov û gelê min bên tehdîtkirin jî şerkirin e. Hemû ev e.” tê bîra mirov. Albert bi xwe jî dibêje ku "der barê exlaq de ez bi çi zanibim, bi saya serê goga lingan e.” Îcar camêr radibe exlaqê ku stûna karakterê mirovahiyê ye ji goga lingan hîn dibe lê dewleta ku bi lingê xwe yê gemarî nikare were dîwanxaneya kurdan ji galoşdankên mîna TRT altıyê çend galoşan dixe lingên xwe û dixwaze derbasî dîwanxaneya kurdan bibe. Ji aliyê dîtir ve jî sazkarê Artûklûyê jî dibêje "Naezûbîllah!” û "bi vê qûşê ew ê negihêjin Mûşê.” Bêguman ji mafê wan kesên ku di guhê gê dijîn e wê wekî pêşketinekê an jî şoreşekê bi nav dikin. Şoreş, Agir Adarê Pirsûsî ye ku ji polîsan re dibêje "ez bi tirkî nizanim”, şoreş li Geverê ye, şoreş AzadiyaWelat e ku çendîn xebatkar, belavkar, nivîskarên wê hatibin kuştin jî hê jî li ser lingan e. Qanihbûn marjînalbûn e, bi sînorbûn e, biryara xeniqînê ye! Îro roj heke Artûklû ji bo beşa wêjeya kurdî xwendekarên lîsansa bilind bistîne dê ev di devê dewletê de bibe benîşt û dê tu carî Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî neyê rojevê. Ji ber vê hinde jî lîsansa bilind li pişta dewletê radibe û perwerdehiya bi zimanê kurdî jî diçe ber golikan. Me berê jî dabû xuyakirin em ê niha jî dubare bikin, kurt û kurmancî kesên ku çavên wan li Artûklûyê ne bila ji dêvilaWyê ji xwe re li aveke din bigerin. An kew e yan xew e û her kes azad e di fikirên xwe de! Derew û xapandinên AKP’ê û pOLîtîkaya dewletê yek bi yek aşkera dibin. Jixwe têra xwe eyan û beyan e ku boykotkirina dibistanan adrenalîna dewletê zêde kir û li ser eniya wan xwêdaneke zîpik zîpikî çêbû. Dewlet jî dizane darikê kurdan û yê wê encax di meseleya dibistanan de ji hev bişikên, ji ber ku perwerdehiya bi kurdî kincê dewletê bi avê de berdide. Ligel van tiştan wa ye bersûcên(?) KCK’ê xwestin xwe bi kurdî biparêzin lê dadger û dozgeran nehiştin ku ev daxwaz bi cih bê! Ji ber ku ev doz dozeke siyasî ye, dadger û dozger jî dizanin parastina bi kurdî ji bo dadgehê -ku mirov bi zimanê zarokan bibêje- bivikê ye. Lê me li ber xwe da, em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Vê hejmarê jî jixwe dosyeya me li ser "Şanoya Kurdî” bû. Me xwest em "Şanoya Kurdî” qet nebe bînin rojevê. Û di vê hejmarê de jî em CD’ya "Mala Dînan” an jî "Mala Extiyaran” a ku berhemeke Koma Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye jî wekî diyarî bidin xwendevanên xwe. Û me xwendevanên xwe yên li girtîgehan jî ji bîr nekirin, ji ber ku girtîgeh CD’yan qebûl nakin em ji dêvila CD’yê pirtûka "Mala dînan” û ya "Mala extiyaran” a M. Emîn Yalçinkaya wekî diyarî didin xwendevanên xwe yên li girtîgehan. Di vê hejmarê de ji bo ked û alîkariya wan em spasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û zimanhez birêz Hecî Haspolat dikin. Di hejmara borî di hevpeyvîna ku Lal Laleş bi Kawa Nemir re kiriye de, di pirsa dawîn de ji ber pirsgirêkeke teknîkî bersiva Kawa Nemir qut bûye. Awayê qutnebûyî wiha ye, "L.L: Çawa gotî, destpêkên me bi dawiyên me nizanin; em bên di peyvê re derkevin! Tu wekî helbestkar, nivîskar,wergêr û edîtor, lê beriya hemûyan jî wekî helbestkar, mebesta jiyana te peyva te ye. Jêderkên peyva te çi ne? K.N: Ez kurt lê xim! Deşta min a dûr e; Îdira zarokatiya min e. Stenbol e; bajarê bêdawî. Jina min e. Jana qerase ya ku ez pê re zewicîm. Kurê min e. Diya min e.” Ji ber vê pirsgirêkê em ji Lal Laleş, Kawa Nemir û xwendevanênWyê lêborîna xwe dixwazin. Meha borî du kedkarên ziman, wêje û dîroka kurdî Torî (Kemal IŞIK) û Îsmaîl GOLDAŞ jiyana xwe ji dest dan.Wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê û KovaraWyê em spasdarê keda wan in û em dibêjin; serê malbata wan û gelê kurd sax be. Em ê her li ser şopa wan bin. Ji mêj ve bû ku me dixwest em dosyeyeke berfireh li ser "Têkiliyên wêje û polîtîkayê, wêjeya polîtîk” amade bikin. Va ye dema wê hat. Em ji hemû nivîskar û xwendevanên xwe dipên ku bi xebat, nivîs, pêşniyaz û wergerên li ser vê babetê beşdarî vê dosyeya me bibin. Ji bo dosyeya "Têkiliyên wêje û polîtîkayê, wêjeya polîtîk” herî dereng heta 15.12.2010’an nivîs bigihên me, em ê kêfxweş bibin. Dîsa bi heman awayî Dosyeya Adar-Avrêla 2011’an "Li Ba JinanWêjeya Kurdî” ye. Herî dereng divê heta 15’ê Reşemiya 2011’an nivîs werin ber destên me. Kesên ku dixwazin beşdarî dosyeyên me bibin bi awayekî xwe bigihînin me û haya me pê bixin em ê kêfxweş bibin. Daxwaziyeke me ya din ji nivîskarên me heye, berî ku nivîsên xwe bişînin carekê be jî ji aliyê rastnivîs û mantiqa jiyanê ve kontrol bikin dê gelekî baş be. Û wekî prensîb nivîsên ku berê di cihekî de hatine weşandin –malper û bi taybetî jî Facebook - em naweşînin. Em hêvîdar in ku ev xal jî dê di bîra nivîskarên me de be. Û em dibêjin ku Cejna we ya Qurbanê pîroz be. Bi hêviya ku êdî dilopek xwîn nerije! Li benda azadiyê bin! edîtora Kovara "W" | |
|
Total comments: 0 | |