14:16 Hunermend Mihemed Emîn Cemîl | |
Hunermend Mihemed Emîn Cemîl di sala
1955 hatiye dinyayê û ti dibistana li ser mûzîkê nexwendiye. Destpêka
hunera wî bi erebî bû ji ber wa navê "Al-Endelîb Al-Esmer" dihate
(العندلیب الاسمر) lêkirin. Lê dayika wî nahêle ku bi erebî stranan bêje,
ji ber wa hunermend Mihemed Emîn Cemîl bi kurdî stranan çêdike û
dibêje. 2 kasêt amadekirin bi alîkariya "Ebdo Elanê", ê ku ji Dêrikê bû.
Gelek gotin û awaz yên Mihemed Emîn Cemîl bûn. Gelek caran skeçên
mûzîkê ji bo şano çêdikir. Heya niha xwedî bêtirî 35 berhemane. Ku tev
di rewşek zor û giran'de hatine amadekirin. Berhemên xwe bi alîkariya
Li gor jêderên me, klîpa yekem Hunermend Mihemed Emîn Cemîl çêkir bi alîkriya Sîpan. Tevî zor û zehmetiyan jî, tevî kêmasiyan di wê demê'de klîp çêkir. Hunermed Mihemed Emîn Cemîl gelek îlhamên xwe ji der û dorên xwe, ji êşên xelkê digre û dike stran, gelek stranên wî çîrokên rastîne, wek strana "Ayid". Gelek caran jî bûye bilbil û li ser zimanê jinê stran gotine. Hunermend Mihemed Emîn Cemîl berhemekê çêdike ji stranên Hunermeda ereb, a bi nav û deng „Um-Kelsûm" (ام كلثوم) piştî ku werdigerîne kurdî. Hunermend Mihemed Emîn Cemîl ji bo demekê çûbû welatê Lîbiya ji bo ku kar bike, niha dîsa vegeriyaye Qamişlo û jiyana xwe berdewam dike… | |
|
| |
| Total comments: 0 | |
hunermendan: "Merwan Sebrî", "Selah Resûl" û "Sîpan" amadedikirin. Heya
niha jî hîna li ser rêya hunerê ye û berheman ji bo guhdarvanên xwe
çêdike. Ji ber ku hunermendên kurd hîna negihiştine wê asteya ku tenê ji
hunera xwe bijîn, hunermendê hêja Mihemed Emîn Cemîl, li kêleka hunera
xwe karê berberiyê dike, ji bo karibe tim berheman çêbike. Gelek ji
stranên wî, yên şêxanî û koçerî li dawetan tên stran, û gelek awaz û
stranên wî yên windayî jî hene. Hunermend Mihemed Emîn Cemîl, yek ji wan
hunermendane, yên ku xwedî keda mezine, lê negihaştiye mafê xwe yî
xwezayî.