15:11 Ji sedî 18 xelkê Herêma Kurdistanê nexwendewar in | |
Di
demekê de ku kabîneya şeşem a Herêma Kurdistanê 100 milyon Dolar ji bo
şandina xwendekaran bo xwendina master û doktora veqetandine, lê hê
çendîn zarokên ku di temenê Berhem de ne, nizanin navê xwe jî binivîsin.
Piraniya zarokên ku kar dikin, didin zanîn ji ber rewşa
nebaş a aborî neçûne dibistanê. Berhemê 10 salî dibêje: "Dema em nekarin kirêya
mala xwe bidin û cilên dibistanê bikirin, çawa bixwînim!”
Li gor statîstîkên UNESCO, nêzîkî 75 milyon zarokên nexwendevan li seranserê cîhanê hene û ji her pênc kesan di cîhanê de kesek nexwendewar e û ji sêsêyan yek jê jine. Rêjeya herî zêde ya nexwendewariyê di nav welatên Erebî de ye, ku ji sedî 44 e.
Rûdaw, li gor agahiyên ji Wezareta Perwerde ragihand ku, ji bo nehiştina nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê niha 20 hezar kes di 417 bingehên nehiştina nexwendevaniyê li seranserê Herêma Kurdistanê fêrî xwendinê dibin. Kesên han jî ew in ku di temenê zaroktiyê de nikarîne bixwînin yan ji xwendinê veqetiyane û ji sedî 66î wan jin bûn.
Li gor serjimêriyên Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê di 9 salên bûrî de 322 hezar û 573 kes ji nexwendewariyê rizgar bûne. Pêş sala 2000an rêjeya nexwendewariyê ji sedî 34 bû, lê di encama cîbicîkirina prosesa nehêlana nexwedevaniyê, niha ev rêjeya daketiye ji sedî 18. Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, ji Rûdawê re got: "Niha tirsa wê yekê tune ku di qonaxa seretayî de zarok sernekevin û dest ji xwendinê berdin, loma pêwîst e hemû dayîk û bav zarokên xwe bişînin dibistanê.”
Derbarê
Plana wan ji bo zarokên ku qet naçin dibistanê, Wezîrê Perwerde wiha
axivî: "Xwendina bi zorê nemaye ku em bikarin kesên nexwînin siza bidin,
lê em ê hewl bidin xelkê hişyar bikin ku zarokên xwe bişînin dibistanan
û ji xwendinê bêpar nebin.” Derbarê zarokên ku kar dikin yan ji ber
hejariyê nikarin bixwînin, Sefîn Dizeyî got: "Di warê qanûnî de nabe
zarok kar bikin, pêwîst e hikûmet û aliyên peywendîdar alîkariya
malbatên hejar bikin.” | |
|
Total comments: 0 | |