Main » 2011 gulan 19 » Ji zarakên Kurd bo NY banga: Em zimanê xwe dixwazin
20:26 Ji zarakên Kurd bo NY banga: Em zimanê xwe dixwazin | |
Zarokên Kurd ên li Swîsreyê di çarçoveya çalakiyên Roja
Zimanê Kurdî de, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê
çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakiyê zarokên Kurd dosyayek ji
daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî, serbestberdana zarokên girtî
pêşkêşî NY kirin û ji NY xwestin ku bi awayek ciddîtir nêzî pirsgirêkên
Kurd bibin. Di çarçoveya çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurd li ber avahiya NY a ![]() Her wiha daxuyaniyên ku bi Fransî û Elmanî hatibûn nivîsandin ku heman daxwaz têde hebûn ji aliyê zarokên Kurd ve hatin xwendin. Berdevkê YEK-MAL’ê Deniz, Alîkarê Serokê Navenda Mafê Mirovan a Kurd a li Swîsreyê Ali Gurgoz û komek zarok dosyaya ji daxwazên Kurdistaniyan pêk dihat radestê NY kirin. | |
|
Total comments: 0 | |