KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 8 » Kovara GEO xebatek du salî li ser Kurdan diweşîne
19:37
Kovara GEO xebatek du salî li ser Kurdan diweşîne
Kovara Geo ya me bi amadekirina dosyayên li ser Kurdan nas dikir; di encama xebateke du salî de ‘web-dokûmanterek’ weşand. Di malpera geo.fr de di web-dokûmenterê de bi serbabeta ‘Kurdên Rojhilata Navîn’ bi wêne, deng û dîmenan Kurd û Kurdistanê vedibêje.

Rojnamevanên navbirî her çar parçeyên Kurdistanê geriyane û digel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, esnaf, hemwelatî, siyasetmedar û xwendekaran hevdîtinên dengî û dîmenî pêk anîne. Nexşeyên ku ji bo her parçeyekê cûda cûda hatiye amadekirin, bi tikandinekê asan a mişkokê, mirov dikare hevpeyvînên wê parçeyê guhdar û temaşe bike. Herwiha di web-dokûmentera navbirî de li ser sertîfîk
ayên ziman ên Kurdî-der’ê dane, Rojnameyên Kurdan û afîşên Newrozê yên hatine qedexekirin rawestiyaye.

ÊDÎ GELEKÎ BI HEMÛ RENGÊN XWE LI SER PIYAN E

Malpera ku gelê Kurd wek di dinyayê de gelê herî mezin ê bê dewlet dest nîşan dike; li Amedê dibistanekê ku zarokên Kurdan têde tên perwerdekirin hinek dîmenên bi kameraya nepenî hatine kişandin, di dokûmanterê de cih digre. Dema ku rojnamevanê Frensî qala Kurdistanê dike,
mamostayê polê gotina wî dibire û dibêje ‘axavtin û bilêvkirina Kurdistanê qedexe ye’. Di dokûmenterê de tê destnîşankirin ku pergala perdewerdehiya Tirk her roj ‘Andimiz’ (Sonda me) bi xwendekarên Kurd didin xwendin. Li ser pirsa ‘Ma hûn Tirk in?’ xwendekarek destê xwe radike dibêje ‘Em hemû Tirk in’ lê xwendekarên din yên polê hemû bi hev re dibêjin ‘na, em ne Tirk in’. Rojnamevanên navbirî diyar dikin ku bi vê pergala perwerdehiyê rêzgirtina Dewlet-Netew’a Tirk fêrî xwendekarên Kurd dikin. Di nav dîmenan de axavtina Leyla Zana ya Newroza 2008’an jî cih digire û tomara vîdeoyê ya axavtina Zana bi hevoka "Îro ev gel êdî bi hemû rengên xwe li ser piyan e” bi dawê dibe.

NEXŞEYA HEWLÊRÊ A ÎNTERAKTÎF

Di malperê de digel vegotina bi dîmenî ya zext, komkujî û penahendebûna Başûrê Kurdistanê; rewş û pêşveçûnên Herêma Kurdistanê ya federal, bi nexşeyên înteraktîf bajarê Hewlêrê û rewşa karkerên rojane bi berfirehî hatiye vegotin. Di nexşeya Hewlêrê de dengê firoşkaran, dengê tûtika wesayîtan, dengê kafe û holê bîlardoyan tê bîstin.

WELATEKÎ QASÎ FRENSAYÊ YE LÊ SÎNORÊ WÎ NAYÊ NASÎN

Wênekêş Julien Goldstein, digel ku wêneyeke Kurdistanê pêşkêş kirine, derbarê dokûmantera navbirî de wiha dibêje: "Me zanibû, em ê rastî çi bên. Di maweya navîn û dirêj de ji bo van mirovan, tu hêvî nîn e. Me şkandina vînekê rave kir. Me xwast em derbarê xewn wan de, derketina Kurdistanê, raya giştî agahdar bikin û em hîn bibin ku ji ber çi bi ser neketine.”

Di malperê de digel nexşeya Kurdistanê;qala zext û zoriya gelê Kurd li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê rû bi rû mane yan jî dimîne û têkoşîna Kurdan ya beramber wan dewletên dagirker dikin. Di bin serbabeta ‘Hê Jî Gelekî Bê Dewlet e’ de wiha behsa Kurdan tê kirin: "Kurdên Rojhilata Navîn ku gelheya wan 30 mîlyon e, ji 1920’an vir ve welatê wan di navbera çar welatên dagirker û zextkar de hatiye parvekirin û di dinyayê de gelê herî xwedî gelheya mezin e ku bê dewlet be. Kurdistana ku bi hezaran sal e wek dîrokî ax û wargeha Kurdan e, rûpîvana wê qasî ya Frensayê ye; lê hê jî nenaskirina sînorê wê didome. Bi dehan sal e Kurdên Rojhilata Navîn ji bo bi destxistina mafên xwe yên demokratîk, çandî, zimanî û siyasî têdikoşin. Lê heya niha tenê Kurdên Iraqê, di çarçoveya Dewleta Iraqê ya Federal de bûne xwedî xweseriyekê.”

DI ENCAMA XEBATA DU SALÎ DE

Ev projeya ku ji bo kovara Geo hat amadekirin, di nav du salan de pêk hat. Di vî warî de Julien Goldstein dibêje: "Li her welatî (welatên ku Kurdistan dagîr kirine) em 3 hefteyan man, di hefteyekê de 5 roj me ji bo vê xebatê dabû veqetandin.”

Sêwirînerê dokûmanterê Jean-Luc Marty berhema ku pêkhatî wek ‘di ser rojnamevaniyê re’ bi nav kir û balkişand ku ev dokûmanter wek temamkerê hevpeyvîna nivîskî ye. Herwiha Marty diyar kir ku ev dokûmanter, rewşa wê ya nivîskî zelaltir kiriye û diyardeyên aşkerakirin û analîzê tevlî kirî.

LA CROİX: REŞBELEKIYA XEWNEKÊ: KURDISTAN

Rojnameya La Croix ku cih da dokûmentera navbirî, nirxandina wê wiha ye: "Çi dibe bila bibe ev dokûmanter, ji dûrî şêwazên heyî, rûgirtinekê derdixe meydanê: Ew jî Kurdistan e.”

La Croixa ku bi sergotara ‘Reşbelekiya Xewnekê, Kurdistan’ nûçeya web-dokûmanterê çêkirî; Kurdan wiha dide nasandin: "Kurdên ku gelheya wan 30 mîlyon e û welatê wan Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hatiye dabeşkirin; ji bo bi destxistina mafên xwe yên siyasî, çandî, zimanî û demokratîk têdikoşin. Gelê Kurd bêrawest daxwaza mafê xwe yên nasnameyî dikin û ji bo berdewamiya hebûna xwe têkoşîneke miqersî û bi inyad bi rê ve dibin. Carna têkoşîna wan bi pêşketinekê dawî lê tê. Bi taybetî jî li Iraqê ku otonomeke (xweseriyeke) siyasî bi dest xistine. Çarenûsa kesertijî ya vî gelî,Kurdan, ev e; hatiye bindestkirin, zimanê wan hatiye qedexekirin, di îşkenceyan de derbasbûyî, welatê wan hatî talankirin...” | ji ANF
Category: Welatê me | Views: 496 | Added by: KDoz | Tags: Kovara Geo, Kurd, Kurdistan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]