Lêkolînek ji aliyê AKP ve: Roj TV herî bêtir tê temaşekirin
Roj TV yekemîne, ev bû encama lêkolîneke ji aliyê AKP de, derbarê temaşekirina Televizyonan de li herêmê.
ANF, ev nûçe belav kir û xwe sipart çavkaniyek "Pêbawer" û ragihand, ku li civîna li çapemeniyê girtî de, a ku di cotmehê de li Kizilcahamamê pêk hatibû, parlementerên herêmê TRT 6 rexne kirine. Parlementeran gotin; "Naveroka TRT 6’ê têrê nake, ji ber wê gelê herêmê, li şûna TRT 6’ê temaşeyê Roj TV dikin.”