Main » 2011 gulan 1 » Leyla Zana: Kêr gihişt hestî
17:04 Leyla Zana: Kêr gihişt hestî | |
Bi hezaran kurd li dijî operasyonên siyasî û leşkerî li Farqînê Erxenî û
Serêkaniyê derketin qadan û dijberiya xwe anîn ziman. Namzeta serbixwe
ya Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Amedê Leyla Zana, di mîtînga
Farnqînê de bang li Serokwezîr Erdogan kir û diyar kir ku Erdogan û AKP
ji gel ne mestir e. Zana, anî ziman ku êdî kêr gihiştiye hestî û sebra
gelê kurd xelas bûye. Zana, anî ziman ku heta pirsgireka kurd neyê
çareserkirin dê tirsa gelê kurd di dilê AKP'ê de her bijî. FARQÎN Li navçeya Garqînê ya Amedê li dijî operasyonên leşkerî û siyasî ![]() 'EZ BI RUHÊ DELÎLA MAZLUM Û ŞIYAR WE SLAV DIKIM' Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftina Serokê Rêxistina BDP'a Farqînê Abdullah Eflatun û rêveberê BDP'a Amedê Mahmut Yokuşun dest pê kir. Pişt re namzeta Amedê Leyla Zana, axivî û wiha got: "Ez bi ruhê Delîla Mazlum û Şîar we slav dikim. Zana, anî ziman ku 20 sal berê jî derket pêşberi wan û 20 sal berê çawa xwedî bawerî bû niha jî xwedi heman bawerî ye. Zana, hikûmeta AKP'ê da ber rexneyên tûç û anî ziman ku AKP û Serokwezîr xwe li ser gel dibîne. Zana, rexneyên tuj li AKP'ê girt û wiha got: "Ez dozek bi rûmet û pîroz e. Gelekî ku ber bi azadiyê ve dimeşe di teqeya xweda de jî bi rûmet e. Bila AKP û Serokwezîr zanibe ku ji gel ne mezintir e. Li ser gel dîktaroriyê dimeşîne. Daxwazên gel paşguh dike." Zana, anî ziman ku êdî kêr gihiştiye hestî û sebra gelê kurd xelas bûye. Zana, anî ziman ku heta pirsgireka kurd neyê çareserkirin dê tirsa gelê kurd di dilê AKP'ê de her bijî. Zana, bagn li kurdên ku di bin bana AKP'e de jî cih digirin kir û xwest li nasname û rûmeta xwe vegerin ERXENÎ Li navçeya Erxenîyê ya Amedê jî Rêxistina BDP'ê li ber avahiya partiya xwe bi daxuyaniyekê operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir. Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin" "Xelîlek biçe, dê hezar xelîl bên", "Bijî serok Apo", "Qatil Erdogan" gotin. Kom, heta avahiya AKP'ê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP'a Erxeniyê Mehmet Yergîn, anî ziman ku her gelê kurd aştiyê dixwazin hikûmeta AKP'ê bêtir polîtîkayên şer pêş dixe. Yergin, anî ziman ku ji ber operasyona navçeya Pîranê 35 welati hatin binçavkirin û li her ku diçin operasyon mezin dibin. Yergîn operasyon şermezar kirin û xwest operason bi dawî bibin. Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû. SERÊKANIYÊ Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî bi boneya şermezarkirina operasyonên leşkerî siyasî, êrîşên li diji "Konên Çareseriya Demokratîk" li ber avahiya BDP'ê ya kolana Gaziyê daxuyanî hate dayîn. Bi sedan kesên beşdarî daxuyaniyê bûn operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê û Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Aslan amede bû. Komê di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bijî 1'ê Gûlanê", "Hûn dê di xwîna xwe de bifetisin" û "Bijî Serok Apo". Balşêk bû ku dema komê daxuyanî da çapemeniyê polîsên hêzên çevîk bi TOMA'yê û wesatiyên zirxî tedbîrên mezin girtin. | |
|
Total comments: 0 | |