KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 29 » Li Dêrikê dewlet erdên Kurdan ji wan distîne
19:10
Li Dêrikê dewlet erdên Kurdan ji wan distîne
Di dema dawî de 'şaxê ewlekariya syasî' ên sûriyê li Dêrikê şandin pêy cotkarên Kurd û ew mecbûr kirin ku li ser hinek sozan îmze û mor bikin. Li gor van sozên ku cotyar li ser îmze û mor dikin, xwediyê van îmzeyan di vê erdî de cotyar bûn û lîsensa wan nemaye û mafê wan di vî erdî de nemaye. Û gereke ew vî erdî dîsa li dewletê, xwediya erd vegerînin. Wekî din, di van sozan de hatiye nîvisandin, ku cotyaran bi kêfa xwe û bêy ti êşkence îmze kirine.

Li gor malpera Soparo.com, a ku ev nûçe weşand, wekî din cotyaran nîvisandiye, ku lêpirsîn bi van cotyaran re tê kirin û ji wan tê pirsîn ew bi kîjan partiyên syasî ên kurdî re ne û heger kes ji malbatê di nav PKK de ye.
Category: Welatê me | Views: 494 | Added by: KDoz | Tags: Kurdistan, erd, Dêrik, Ewlekarî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]