Di rapirsiyekê de hunermend Nazdar, xweşiktirîn û dengxweştirîn
hunermenda îsal hate hilbijartin. Ev rapirsiya hunerî ya
kovara Warvînê, bi mebesta diyarkirina xweşiktirîn stranbêja jin,
baştirîn klîp, tekst, asta hunermendiya jinên kurd di îsal de bi
berhevdan digel salên berê li bajarê Hewlêrê hatiye pêkanîn. Ji bo vê
mebestê jî 100 formên rapirsiyê bi ser welatiyan de hate dabeşkirin ku
ji %44’ê wan zilam, ji %55 jî jin in.
Piraniya beşdarbûyên
rapirsiyê Nazdar wek dengxweştirîn û xweşiktirîn hunermeda jin destnîşan
kiriye. Piştî Nazdarê jî hunermend Çopî Fetah bi pleya duyem wek
dengxweştirîn û xweşiktirîn hunermeda jin hatiye destnîşan kirin.
Pirs û bersivên encamên
rapirsiyê wiha ne:
1. Dengê kîjan
hunermenda jin digel te xweş e?
Nazdar ji % 30 Çopî Fetah ji % 22 Leyla Feriqî ji % 21 Hanî ji %13 Deşnê ji %12
2. Teksta kîjan
stranbêjî digel te baş e?
Nazdar ji % 24 Leyla Feriqî ji % 20 Çopî Fetah ji %18 Hanî ji %15 Deşnê ji %12
3. Bi
ya te xweşiktirîn hunermenda jin kî ye?
Nazdar ji % 40 Çopî Fetah ji % 20 Leyla Feriqî ji %16 Hanî ji %12 Deşnê ji %12
4. Bi
ya te klîpa kîjan stranbêjî baş e?
Nazdar ji %32 Leyla Feriqî ji %23 Çopî Fetah ji %20 Hanî ji %15 Deşnê ji %10
5. Baştirîn sê
klîbên stranbêjên jin destnîşan bike.
Nazdar ji % 36.1 Leyla Feriqî ji %33.2 Hanî ji % 31.3
6. Bi ya te asta
stranbêjên jin îsal bi berhevdan sala berê çawa ye?
Pir başe ji % 32 Başe ji % 30 Navende ji % 24 Xirabe ji %14
|