Festîvala Filmên Dokûmentariya Kurdî” meha Îlonê li bajarê Helebçeya Şehîd tê saz kirin. Berpirsên festîvalê daxwaz ji derhêner û alîgirên
sînemaya kurdî kirine ku berhemên xwe bi jêrnivîsa îngîlîzî bo nûnerê
festîvalê bişînin.
Ajansa Kurdistanê (AKNews) ragihand, ku berpirsên festîvalê wiha diyar kirine,
"Sînemakarên kurd û netweyên din û heya Îranî jî dikarin berhemên xwe
di vê festîvalê de nîşan bidin, dikarin fîlmên xwe heya 15’ê Tebaxê
radestî Star Çemen Gul bikin ku nûnerê vê festîvalê li Îranê ye”.