KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 2 » Li herêma Kurdistanê 90 milyar bermîl neft heye
20:38
Li herêma Kurdistanê 90 milyar bermîl neft heye
Pisporê australî yê petrolê Dr. Necat Ehmed (naskirî bi Dr. Aryan) xaka Kurdistanê weke hewzek mezin a petrolê wesif kir û got: 'Di herêma Kurdistanê 90 milyar bermîl neft heye, lê rayedarên herêma Kurdistanê petrola xwe tenê bi 40 milyar bermîlê texmîn dikin.'

Dr. Aryan, ku xwediyê şîrketa Aryan Petroulum e, di dîdarek li gel RÛDAW de got: 'Di warê pêkhata jeolojî û çêbûna petrolê wiha tê texmînkirin ku nefteke pir zêde li Herêma Kurdistanê hebe. Di dahatû de Kurdistan dibe yek ji welatên herî mezin ên hilberîna petrolê.'
Category: Welatê me | Views: 483 | Added by: Azad2009 | Tags: petrol, Dr., neft, Herêm | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]