Main » 2011 nîsan/avrêl 2 » Li Hewlêrê 6. Pêşangeha pirtûkan destpêkir
21:20 Li Hewlêrê 6. Pêşangeha pirtûkan destpêkir | |
Bi beşdarbûna 190 çapxane û
weşanxaneyên 19 welatan, li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro pêşangeheke taybet a pirtûkan tê vekirin. Ji Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê û Serperiştyarê pêşangehê û rawêjkar Seîd Şakelî , anî ziman ku di nava 19 welatên de welatên ereban Misr, Libnan, Sûriye û Urdun jî hene. Seîd Şakelî, da zanîn ku pirtûkên di pêşangehê de bi piranî bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û bi çend zimanên dîtir in û piraniya wan jî hê neketine destê xwendevanan. Şakelî destnişan kir ku dê pêşangeh 10 rojan vekirî bimîne. | |
|
Total comments: 0 | |