18:46 Li Îraqê hewldanên cûdakirina Êzdiyan ji Kurdan | |
Êzdiyên Kurdistanê bi tundî rexne li wê biryara wezîrê plandanînê yê Iraqê girt ku bo serjimartina welat wek neteweyeke cuda ji kurdan bên dîtin. Rêvebirê giştî yê
karûbarên Êzdiyan li Wezareta Diyanetê û karûbarên olî yê hikûmeta
Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand ku bi biryareke metirsîdar û li
ser daxwaza berpirsê partiyeke pir biçûk a Êzdiyan li bajarê Mûsilê ya
bi navê Bozanî ew biryar wek jinûve erebkirin û jenosîda neteweya Kurd binav kir û daxwaz ji serokatiya Herêmê û parlamentoya Kurdistanê kir ku rê li wê hewlê bigirin. PUKMedia ku, Xeyrî Bozanî bi navê mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg û Civata Ruhanî ya Êzdiyan gotiye: "Em bi tu awayekî razî nabin ku em wek neteweyeke cuda ji kurdan bên hesibandin. Eger Wezareta Plandanînê wê biryarê hilneweşîne û serokatiya Herêm û parlamentoya Kurdistanê nikare tiştekî bike, em ê berê xwe bidin Dadigeh Federalî ya Iraqê.” | |
|
| |
| Total comments: 0 | |
Partiya Teqedumî Êzdiyan, wezîrê plandanînê yê hikûmeta Iraqê
Dr. Elî Baban biryar daye Êzdî wek neteweyeke serbixwe li Iraqê bên
hesibandin ku di demekê de, Êzdî di destûra Iraqê de wek beşek ji
neteweya Kurdan hatiye hesibandin.