Main » 2010 tebax/gelawêj 21 » Li Zanîngeha DYA'yê dersên bi kurdî
17:27 Li Zanîngeha DYA'yê dersên bi kurdî | |
Li Zanîngeha "Middle Tennessee State" (MTSU) ya DYA, wê ji payîza îsal û şûn ve beşa kursa bi kurdî vebe. Asîstanê MTSU Kari Nelly diyar kir, ku wan li Tennesseeyê ji bo kursa dersên kurdî piştgirî wergirtiye û ragihand ku wan dest bi avakirina refan jî kiriye. Wê ji Zanîngeha Ekseter ya
Înglistanê Deniz Ekici dîrektoriya kursê bike. Wê Ekicî di çarçoveya
kursê de, zaravaya kurmancî fêrî beşdarên kursê bike. ji DiyarName Middle Tennessee State, zanîngeha dewletê ye û di sala 1911 hatiye ava kirin. Niha 23.500 xwendevan têde dixwînin. Li DYA’yê kurd herî zêde li Tennesseeyê dijîn. Li bajarê eyaletê Nashvilleyê nêzî 14 hezar kurd dijîn. | |
|
Total comments: 0 | |