KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 30 » Me nekarî Kurdistan TV'yê kontrol bikin, TRT 6 hat damezrandin
11:07
Me nekarî Kurdistan TV'yê kontrol bikin, TRT 6 hat damezrandin
Rojnamevan Îlnur Çevîk da diyarkirin ku, wan bi destura Serfermandariya Giştî ya Tirk Kurdistan Tv damezirandibû. Çevîk da zanîn ku, armanca wan ew bû ku bi vê riyê ew kanalek alternatîf li hember Roj TV`yê destek bikin. Çevîk da xuyakirin ku, Barzanî destûr neda vê yekê.

Rojnamevan û Karsaz Îlnur Çevîk, da diyarkirin ku, Kurdistan Tv ya ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, bi destûra Serfermandarê Giştî yê Tirk wî bi xwe damezirandiye. Çevîk da zanîn ku, jibo anîna amêrên teknîkî yên jibo damezrandina televîzyonê, wan pêkanînên NY yên wê demê liser herêmê dihatin pêkanîn jî binpê kirine, lê di vê mijarê de Serfermandarê Giştî Çetîn Dogan bi min re bûye alîkar. Çevîk qala wê yekê dike ku, Serfermandariya Giştî dixwest bi vê riyê jibo Roj Tv yê qenalek alternatîf venike. Lê Kurdistan Tv destûr nedaye vê yekê. Îlnur Çevîk tevlî bernameya Manşet ya ku di Avrasya Tv ku di bin çavdêriya Serokê Sendikaya Kar ya Turk Metalê Mustafa Ozbek de ye bû. Çevîk destnîşan kir ku, teklîfa avakirina Kurdistan Tv ji Mesud Barzanî hat. Çevîk anî ziman ku, liser vê yekê jibo destûrê bigire ew bi Serfermandariya Giştî re hatiye cem hev û li wir biryar girtine ku, jibo alternatîfa Roj Tv ew qenalek wisa damezirînin. Çevîk dide zanîn ku, li vê derê ew bi destûra Serfermandariyê ketine nav tevgerê û di vê pêvajoyê kesê herî zêde destek dayî wî bersucê ergenekonê Orgeneral Çetîn Dogan bû ku di wê demê de li Kurdistanê dixebitî. 

Çevîkê ku di qala statuya Çetîn Dogan ya di bûyerê de dike, kesên ku Hereketa Azadiya Kurd û Ergenekonê bihev ve girêdidin vale derdixe. Çevîk da zanîn ku, jibo avakirina qenala televîzyonê ya ku bi armanca alternatîfa Roj Tv wê hatiba amadekirin diviyabû amêrên teknîkî anîban Başurê Kurdistanê lê, pêkanînên wêdemê yên NY yê yên liser herêmê ev yek asteng dikir, lê ev astengî bi mudaxelekirina Orgeneral Çetîn Dogan hatine binpêkirin.

Çevîk dide diyarkirin ku, amêrên teknîkî yên jibo avakirina qenala televîzyonê bi riyên derveyî qanûnî xistine nav herêmê û di avakirina qenalê de endezyarên TRT`ê hatine bikaranîn. Îlnur Çevîk dubare qala armanca avakirina qenalê ya jibo alternatîfa Roj Tv tîne ziman û dide xuyakirin ku, piştî demeke wan fêm kiriye ku ew nikarin vê qenalê bi vê armancê bikar bînin. 

Çevîk liser vê yekê mînaka hevpeyvîna Serokê Konseya Rêvebir Murat Karayilan ya ku piştî demek kurt ya avakirina qenalê divê qenalê de hatî kirin da. Çevîk anî ziman ku, di nava demê de Kurdistan Tv mudaxeleya wan vale derxistiye. Çevîk dibêje, programa îro liser TRT 6`ê tê birêvebirin, hatibû plankirin ku, wê demê liser Kurdistan Tv biweşînin. Bi vî awayî dema ku destûra TRT 6`ê dayî carek din derket holê ku, armanca wan ya sereke ewe ku Roj Tv asteng bikin. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 463 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]